Hevserokên nû yên PYDyê kî ne?

23-09-2024
Nîşan PYD Kongre Hevserok Perwîn Yûsif Xerîb Hiso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kongreya 10emîn a PYDyê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDyê.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 21-22yê Îlonê de dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk” bi beşdariya 700 delegeyî kongreya xwe ya 10emîn li dar xist.

Di kongreyê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Li gorî rapora ku ANHAyê amade kiriye, agahiyên li ser Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wiha ne:

Perwîn Yûsif

Perwîn Mihemed Emîn Yûsif, sala 1986an li bajarê Dêrikê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bûye.

Sala 2010an bawernameya Peymangeha Bilind a Îdarî û Darayî ji Zanîngeha Şamê standiye.

Beriya destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an tev li xebatên tevgera ciwanan bûye.

Piştî şoreşê wekî endameke Kongra Starê xebatên xwe yên di nava şoreşê de domandine.

Ji 2012-2014an ve wekî Hevseroka Meclisa Bajêr a Dêrikê xebitiye.

Perwîn Yûsif yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye û di sazkirina Hevpeymana Civakî de cih girtiye.

Ji 2014 -2016an ve di Dîwana Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê de cih girtiye.

Her wiha wê sala 2017an wekî hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî xebat dane meşandin.

Ji 2018-2022yan ve jî hevseroka kantona Qamişloyê bû.

Ji 2022yan ve (9emîn Kongreya PYDyê) heta vê kongreyê Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya PYDyê bû.

Xerîb Hiso kî ye?

Xerîb Hiso ji civaka Kurdên Êzidî ye, sala 1967an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê ji dayîk bûye.

Zewicî ye û bavê 4 zarokan e. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund temam kiriye û sala 1984an beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî bûye.

Xerîb Hiso ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de 3 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye girtin, cara dawî jî sala 2011an hatiye girtin.

Xerîb Hiso bi destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmehê re li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina girîngiya hevgirtina pêkhateyan û belavkirina fikra neteweya demokratîk civîn organîze kirine.

Ew sala 2003yan di avabûna PYDyê de bûye xwediyê roleke sereke û wekî endamê Desteya Rêveber a PYDyê li Helebê gelek xebat meşandine.

Xerîb Hiso ji 2013-2017an ve li Başûrê Kurdistanê erkê nûnertiya PYD û TEV-DEMê bi cih aniye.

Herî dawî jî ji 2018-2024an ve wekî hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) xebat meşandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst