Li Sêrtê hirçekî êrişî şivanekî kir: Kûçikan ew rizgar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê yê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, hirçekî êrişî şivanekî kir û ew birîndar kir.

Li herêmên çiyayî yên gundê Reşîneyê yê navçeya Dihê, şeva borî hirçekî êrişî Ahmet Sevilgen kir ku pezê xwe diçêrand.

Di êrişê de Ahmet Sevilgen ji mil û lingê xwe birîndar bû.

Sevilgen bi saya her du kûçikên xwe ji êrişa hirç rizgar bû û wî xizmên xwe agahdar kirin.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê Sevilgen veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê.

Sevilgen li ser bûyerê diyar kir ku eger ne ji kûçikên wî bûna, wî nikarîbû xwe ji destê hirç rizgar bikira.