Li Mereşê dîsa erd hejiya: Bajarên derdorê jî pê re hejiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê bi hêza 4.6 pileyan erdhejek çêbû.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro erdhejek li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Goksunê ya Mereşê di demjimêr 11:22yan de çêbûye û hêza wê 4.6 pile bûne.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 8,5 kîlometre bûye lê li gorî Rasatxaneya Kandilliyê erdhej bi hêza 4.5 pile û kûrahiya wê jî 7,5 kîlometre bûne.

Li ser zererên erdhejê heta niha ti zanyarî nehatine dayîn lê tê gotin ku li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.