13emîn Festîvala Zebeşan bi rê ve diçe: ‘Şîrînbûna zebeş gelê Amedê temsîl dike’

23-09-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 13emîn Festîvala Zebeşan Amed Muhamed Erol
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 13emîn Festîvala Zebeşan birêve diçe, li gorî cotkaran ji ber germahiya zêde zebeş îsal wek salên borî mezin nebûne.

Lewma di festîvala îsal de cotkar Adil Aydin bi zebeşê xwe ya 36 kîlo û 900 gramî bû yekemîn û 20 hezar lîreyên Tirkî wekî xelat bi dest xist.

Di festîvala sala par de zebeşa ku bûbû yekemîn 52 kîlo û 400 gram bû lê zebeşa ku îsal bû yekemîn 36 kîlo û 900 gram in.

13emîn Festîvala Zebeşan a Amedê li navçeya Sûrê bi beşdariya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Parêzgarê Amedê, parlementerên AK Partiyê yên Amedê, xelk û geştiyaran dest pê kir.

Li bajarê kevnar festîvalê dîmenên rengîn derxist holê, di roja yekem de gelek çalakî hatin lidarxistin û dîmenên rengîn derketin holê.

Festîval dê 2 rojan berdewam bike û di roja dawî de ku 23yê Îlonê ye, hunermenda Kurd Rojîn jî konserekê bide.

13emîn Festîvala Zebeşan a Amedê bi meşa rayedar, xelk û geştiyaran a ji Birca Keçikê ber bi Qada Şêx Seîd dest pê kir.

“Ev festîval bajarê me baş dide naskirin”

Parêzgarê Amedê Elî Îhsan Su li ser festîvalê got:

“Bajarê me bi 48 cureyên xwarinê li cîhanê di rêza pêş de ye, di wî warî de jî çêkirina xwarinê gelekî girîng e.

Ji wan 48 cureyên xwarinan yek jî zebeş e ku em îro festîvalê ji bo wê çêdikin, ez di wê baweriyê de me ev festîval bajarê me baş dide naskirin û geştiyar gelekî serdana Amedê dikin.”

Di festîvalê de tevî pêşbirka zebeşa herî mezin, pêşbirka gilorkirina zebeşan û pêşbirka xwarina zebaşan jî hat lidarxistin û serkeftiyên pêşbirkan hatin xelatkirin.

Di festîvala îsal de cotkar Adil Aydin bi zebeşa xwe ya 36 kîlo û 900 gramî bû yekemîn û ji alîyê Wezîrê Dadê ve bi 20 hezar lîreyên Tirkî hat xelatkirin.

“Şîrînbûna wî gelê Amedê temsîl dike”

Yekemînê Pêşbirka Zebeşan Adil Aydin anî ziman:

“Me bi dile xwe mezin kir, me bi xwêdana xwe mezin kir.

Zebeş sembola Amedê ye. Şînbûna wî sembola Diyarbekirê ye, mezinbûna zebeşê mezinbûna dilê Amediyan e. Sorbûna wî û şîrînbûna wî gelê Amedê temsîl dike.”

Zebeşê Amedê bi reng, tehm û aromaya xwe nîşaneya erdnîgariyê standiye û li ser navê Amedê hatiye tomarkirin.

Festîvala zebeşan her sal bir armanca danasîna bajêr tê lidarxistin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu jî got:

“Em dixwazin nirxên Amedê bi xweşî werin ziman. Em bi xweşî û bi festîvalan bajarê xwe bidin naskirin.”

Festîvala Zebeşan a Amedê ya ku di 22yê vê mehê de dest pê kir dê du rojan berdewam bike û di roja dawî de bi konsera hunermanda navdar a Kurd Rojîn bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst