Di Doza Vartînîsê de daxwaza 'bultena sor' hat redkirin

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Vartînîs Bultena Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Doza Vartînîsê de 1emîn Dadgeha Cezayê ya Kirikkaleyê biryar daye daxwaza “bultena sor” ya derbarê fermandarê berê yê lîwayê cendermeyan Bulent Karaoglu de bê nirxandin û doz bo 20ê Cotmeha îsal hatiye paşxistin.

Li gundê Vartînîsê yê girêdayî navçeya Tîlê ya ser bi  parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ve di 3ê Cotmeha 1993an de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn kuştin. Runiştina doza wê komkijiyê doh 22ê Îlona 2022an li 1emîn Dadegeha Cezayên Giran a bajarê Kirikkale yê Tirkiyê bireve çû. Herwiha endama malbatê Aysel Ogut ya ku ji komkujiyê rizgar bûbû jî beşdarî rûniştinê bûye.

18e mîn rûniştina doza vartînîsê de a ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkale bi rê ve çû de, heyeta  dadgehê guherîye û heyetek nû hatine danîn. Di rûniştinê de parêzeran carek din daxwaza bultena sor a ji bo gumanbarê dozê fermendarê wê demê Bulent Karaloglu kirine lê daxwaza wan bi hinceta ku dadgeh di wê baweriyê de ye ku gumnabar li Tirkiyê ye hatîye red kirin. Dadgehê dozê ji bo 20ê Cotmehê takoq kirine.

Parêzere qurbaniyan û Seroke Baroya Bedlisê Fûat Ozgul di derbarê mijarê de ji peyamnerê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî û got “Daxwaza me ya bultena sor a ji bo bersûc Bulent Karaloğlu di vê danişînê de hat redkirin. Em ê di rûniştinên pêş de daxwaza xwe nû bikin.”

Ligel ku 29 sal bi ser Komkujiya Vartînîs re derbas bûne hê jî doza komkujiyê ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve nehatiye yekalîkirin û doz rûbrûyî proseya dem bi serdeçûnê ye.

Ji wê qirkirinê tenê keçika malê Aysel Ogut rizgar bû ku wê şevê ew li malê nebûye. Di 28e mîn salvegera qetlîamê de Aysel Ogut ji Rûdawê re gotibû, “Bulent yuzbaşî bi xwe got ez têm gund dişewitînim. Wî dor li mala bavê min girt û emdamên malbatamin da kuştin. Kujerê malbata min fermandar Bulent Karaoglû ye. Xwedê teala li vê dinyayê jî li wê dinyayê jî hizûr nede wî.”

1emîn Dadgeha Cezayê ya Kirikkaleyê 21ê Îlona 2021ê di rûniştina yekemîn de biryar dabû ku fermandarê berê yê lîwa cendermeyan yê wê demê Bulent Karaoglu bê girtin lê heta niha nehatiye girtin.

Di 3ê Cotmeha 1993an de li gundê Vartînîsê yê girêdayî navçeya Tîlê ya ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ve xanîyên malbata Ogut hatibûn şewitandin û ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bi awayek hovîtî hatibûn qetilkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst