Kerkûk: Di 9 mehên îsal de zêdetirî 500 malbatên Kurd ji bajêr derketine

23-09-2022
RÛDAW
Kerkûk: Di 9 mehên îsal de zêdetirî 500 malbatên Kurd ji bajêr derketine
Kerkûk: Di 9 mehên îsal de zêdetirî 500 malbatên Kurd ji bajêr derketine
Nîşan Kerkûk Erebkirin Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser piraniya xanî û zeviyên taxa Kurdistanê ya Kerkûkê ji bo firotinê tên nivîsandin. Heta bûyerên Cotmeha 2017an piraniya şêniyên taxê Kurd bûn. Di heman demê de sê taxên din ên Kurdan ji ber nebûna xizmetguzariyê di bin metirsiya valabûnê de ne.

Dikandarekî ku 15 sal in li taxa Kurdistanê dijî Hesen Elî dibêje, niha piraniya şeniyan Erebên hawirde ne û got, “Berê hemû Kurd bûn, maleke Ereban jî tunebû, Kurd ewqas pir bûn ku jê re digotin Taxa Kurdistanê lê niha Erebistan e û Kurd pir kêm mane, yên mayî jî çavê wan li çûyînê ye ji ber nebûna xizmetguzariyê.”

Li gorî daxuyaniya Qaymeqamiya Kerkûkê, di 9 mehên îsal de zêdetirî 500 malên Kurd ji Taxa Kurdistanê û taxên 16ê Tebaxê derketine û piraniya wan koçberî Hewlêr, Silêmanî û Çemçemalê bûne.

Xwediyê nivîsîngeheke xaniyan Yadgar Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “Niha li taxa Kurdistanê xaniyên bo kirê bi dest nakevin û roj bi roj bihayê xaniyan li vê taxê zêde dibin. Daxwazeke pir li ser e û jki başûrê Iraqê xelk tê dikire.”

Erebên ku li van taxên Kurdan bi cih bûne, mal kirîne û niha xwediyê kar û milkên xwe ne.

Li taxa 16ê Tebaxê jî rewş ne baştir e ku tenê îsal 170 malên Kurd bi hinceta nebûna xizmetguzariyê ji taxê derketine.

Welatiyê taxa 16ê Tebaxê Azad Ehmed got, “Ev tax bûye Ereb û Kurd tunebin, heger Kurd hebin feqîr in û nikarin derkevin, heger ne feqîr bûna ji ber nebûna xizmetguzarî, ceyran û avê ew jî diçûn.”

Erebên hawirde bazara xaniyan germ kirine. Dema ku xaniyekê dikirin, formên xwarinê û kartên xwe zanyariyê jî tînin û rêveberiya parêzgehê jî hêsankariyê ji wan re dike.

Berpirsê Herêmên Kurdistanî yên Derveyî rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan jî got, “Tenê rêveberiyê ji bo cîbicîkirina bi vî rengî Erebkirinê û veguhestinê û anîna Ereban bo nav Kerkûkê û hêsankirina pirsgirêkan ji bo xelkê wî bajarî nekiriye, Artêşê jî alîkarî kiriye, bi dehan caran destwerdan li Sergeran û Heftexar kirine û pirsgirêk mezintir dibe.”

Xaniyên taxa PenceElî, Kurdistan, 16 Tebaxê û Derwaze ku piraniya wan Kurd bûn, bi bermahiyan hatine avakirin û 5 sal in rêveberiya Kerkûkê ti xizmet ji wan re nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst