Li Şemzînanê 18 mamoste ji ber sicilên xwe ji kar hatine derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê 18 mamosteyên ku bi girêbest ji bo kar hatibûne wergirtin û bîma (sîgorta) wan hatiye çêkirin û mektebên wan hatine diyar kirin piştî demekê ji ber sicilên xwe ji kar hatine derxistin.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê îro Înê 18 mamosteyên ku bi girêbest dixebîtin ji ber sicilên xwe ji kar hatine dûrxistin.

Sîgorta 18 mamosteyên bi heqdest ên li navçeyê dixebitin hatin dayîn û dibistanên ku ew ê tê de bixebitin hatin eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku ew 18 mamoste ji ber sicilên xwe ji kar hatine derxistin.

Yek ji mamosteyên ku ji kar hatine derxistin Beşîr Olmez diyar kir ku Rêveberiya Perwerdeyê ya Şemzînanê sîgortayên wan mamosetyan jî daye.

Mamosteyê Kurdî Olmez da zanîn ku lîsteya 18 mamosteyan ku tê îdiakirin ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Şemzînanê ve hatiye amadekirin gihiştiye Rêveberiya Perwerdeyê ya Şemzînanê.

Beşîr Olmez diyar kir mamosteyên ku ji kar hatine derxistin hemû ji Şemzînanê ne.