Amed: PAK, PSK û TDK-TEVGER dê ji bo Jîna Emînî daxuyaniyekê bidine çapemeniyê

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan PAK PSK TDK-TEVGER Amed Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PAK (Partiya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) dê roja Şemiyê 24ê Îlona 2022an ji bo Jîna Emînî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

PAK (Partiya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û bang li xelkê kirin ku beşdarî çalakî û xwepêşandanê bibin.

Di daxuyaniya hevbeş a PAK, PSK û TDK-TEVGERê de hat ragihandin, “Ji bo ji aliyê dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî û kuştina ji zêdetirî 30 xwepêşanderan protesto bikin û piştgiriya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin dê roja Şemiyê, 24ê Îlona 2022an li Amedê bi awayekî girseyî daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.”

PAK, PSK û TDK-TEVGERê di daxuyaniya xwe de anîn ziman, “Em bangî hemû gelê xwe dikin da ku em bi dengekî xurt piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bikin.”

Hat diyarkirin ku civîna çapemeniyê dê roja Şemiyê 24ê Îlona 2022an di demjimêr 11:00an de li Parka Koşûyolû ya Amedê, li ber Peykerê Mafê Mirovan bê li dar xistin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst