Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber zêdebûna pêketinên bi vîrusa Covid-19, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, biryara qedexeya çûn û hatinê li herêma Cizîrê ragihand.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê di Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa ji Rûdawê re ragihand, piştî di wan rojên dawî de hejmara pêketin û mirinên bi vîrusa Covid-19 li û herêmê zêde bû, Şaneya Kirîzê li Herêma Cizîrê doh civiya û biryar da ku “li herêma Cizîrê bo dema heftiyekê qedexeya giştî bê ragihandin.”
Ciwan Mistefa diyar kir, niha pêla 4ê ya pandemiya koronayê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye û tekez kir, hejmara pêketinên nû û kesên ku rojane ji ber pêketina bi vîrusê dimirin, zêde bûye.
Şaneya Kirîzê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, qedexeya giştî ji bo 7 rojan li Herêma Cizîrê tê sepandin û ji sibeya roja Şemiyê 25 Îlonê heta roja Înê 1 Cotmehê didome.
Li gor biryarê, “tevahiya cihên giştî, bazar, navçeyên pîşesaziyê, perestgeh, dibistan, zanîngeh û peymangeh, xwaringeh û bar, ofîsên pizîşkan bo dema heftiyekê tên girtin û hemû çalakiyên werzişî jî tên rawestandin.”
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê têkildarî sedema derxistina biryarê ragiahandiye: “Bi berçavgirtina belavbûna pandemiya koronayê û zêdebûna pêketinan û mirinên di pêla çarem de, û ji bo parastina tendirustiya giştî û ji ber xetera vê pandemiyê li ser gelê me û jibo rûbirûbûna wê, Şaneya Kirîzê li Herêma Cizîrê di civîna xwe ya roja Çarşemî 22ê Îlona 2021an de biryara qedexeya giştî li tevahiya herêma Cizîrê bo dema heftiyekê ragihand.”