Rojava - Welatî dibêjin mazot buha bûye û Rêveberiya Xweser red dike

23-09-2021
RÛDAW
Stasyoneke mazotê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.
Stasyoneke mazotê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Mazot Rojava Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê de, welatî tekez dikin ku nirxê mazotê hatiye buhakirin. Berpirsên Rêveberiya Xweser jî tekez dikin ku wan ti biryarek derbarê zêdekirina nirxê mazotê nedaye.

Tevî ku Rêveberiya Xweser red dike, ku biryara zêdekirina nirxê mazotê hatibe dan, lê belê li bazarê welatî û şofêr mazotê buha dikirin.

Ji hefteyekê ve, welatî tekez dikin ku mazot bi nirxekî buha tên firotin.

Di wan rojên dawî de, nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê buha bûye û wê yekê nerazîbûna gel û partî û aliyên siyasî bi xwe re aniye.

Partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê buhakirina nirxê sotemeniyê şermezar kirine û daxwaz kirine, ew rewş bê çareserkirin.

Niha li Rojavayê Kurdistanê, Mazota Super ji 410 lîreyan bûye 710, Mazota Baş ji 150 lîreyan bûye 410 û Mazota Normal jî ji 80 lîreyan bûye 150 lîreyên Sûrî.

Lê şofêrek ji nav benzînxaneyekê ji Rûdawê re tekez dike ku nirxê mazotê hatiye buhakirin û ew rojane bi nirxekî buhatir ji berê mazotê dikirin.

Ebdullah Milhim dibêje, “Buhayê mazotê 410 Lîre ye, ne baş e, ne di berjewendiya me de ye. Ez karker im û ev erebeya min e. Erebeya min modêla 97 e. Sîrato Eksênta min nîne. Ew otomobîl, buhayê her yekê 100 milyon e. Erebeya min buhayê wê 5 milyon in, çawa mazota bi 410 Lîreyan dagirim? û Ez kurê vî welatî me, xwediyê neftê me, ez bi 410an dagirim? Nabe. Niha eger bi 20%, 30% buha kiribana, yanî bubayê wê bi 200, 250 ba, yanî dibû, lê ne 410. Îro, ez karê seramîkan dikim, nema bi min re diqede.”

Lê Hemdan El-Ebid, Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Reqayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez dike ku tu guhertin bi ser nirxê mazotê de nehatiye kirin.

Hemdan El-Ebid dibêje, “Me 1 Lîreyê Sûrî li ser temenê sotemeniyê zêde nekiriye. Corekî sûper dakrtiye bazarê bi 410 Lîreyên Sûrî tê firotin ji bo otomobîlên elektirîkî yên pêşketî ku pêwîstiya wan bi vî corî heye. Lê corên mayî wekî xwe ne. 3 cor hene, bi 75 an, 125 an, û 410 an. Mazota xizmetguzarî û çandiniyê û her wiha bo otomobîlên xizmetguzariyê û pêşesazî. Êdî tu azad î, kîjanê bikirî. Pişkên xelkê hene, lê kesên nefsxirab vê kirîzê çêdikin û keresteyê pawan dikin, an jî hin caran qaçaxî heye, û niha em hewl didin sînoran kontrol bikin.”

Roja 17ê Gulana borî, Rêveberiya Xweser biryara hejmar 119 derxistibû ku li gorî wê, buhayê sûtemeniyê hatibû zêdekirin. Ev biryar bûbû cihê nerazîbûna welatiyan û xwepêşandan li çend bajar û bajarokan hatin kirin. Piştî wan nerazîbûnan, roja 19ê Gulanê, Rêveberiya Xweser hilweşandina wê biryarê ragihand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst