Li Bakurê Kurdistanê karkerên demsalî hêdî hêdî vedigerin malên xwe

23-09-2021
RÛDAW
Li Rihayê 163 hezar karkerên demsalî yên tomarkirî hene
Li Rihayê 163 hezar karkerên demsalî yên tomarkirî hene
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Karkerên Demsalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên demsalî yên ji bo debara xwe bikin biharê Riha di serî de ji bajarên Bakurê Kurdistanê diçin çar aliyê Tirkiyê hêdî hêdî vedigerin malên xwe.

Riha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî Konya û Enqereyê bajarê sêyemîn e ku lê çandinî zêde ye, lê ji ber ku di çandiniyê de makîne û alav zêde tên bikaranîn pêwîstî bi karkeran kêm çê dibe. Ji ber vê welatiyên li vir dijîn wek karkerên demsalî diçin bajarên Tirkiyê bixebitin.

Dema dibe bihar, karkerên demsalî berê xwe didin bajarên weke Konya, Edene, Hatay, Meletî, Eskîşehir, Enqere, Bursa, Manîsa, Mersîn, Nîgde, Tokat, Osmaniye û Amasya û di baxçe û zeviyan de dixebitin.

Karkerên demsalî li van bajaran çandiniya pembû, sîr, pîvaz, fistiq, mişmiş, pincar, kartol, tûfrengî, îsot, fasulye, dendik, zebeş, firingiyên sor, sêv, tirî û findiqan dikin.

Li van bajaran karker di nav şert û mercên zehmet de dijîn, di konan de dimînin û heta ku carna rastî êrişên nijadperestî jî tên. Tevî van zehmetiyan jî karkerên demsalî rojane 80 an jî 100 lire pere distînin.

Dema meha îlonê tê karker hêdî hêdî vedigerin malên xwe ku ev vegera wan heta meha mijdarê berdewam dibe.

Li Rihayê 163 hezar karkerên demsalî yên tomarkirî hene

Ji ber tedbîrên  coronayê par destûr nehat dayîn ku karkerên demsalî bi belgeyên seyahetê ve bajêr biguherînin. Ji ber vê yekê hejmara wan hat tesbîtkirin û ew hatin tomarkirin.

Li gor vê li Rihayê 163 hezar karkerên demsalî yên tomarkirî hene ku ew diçin 58 bajaran.

Serê meha adarê ji bajêr diçin

Mamosteyê Beşa Sosyolojiyê li Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Şevket Okten ragihand ku li hemû dinyayê û li Tirkiyê karkerên çandiniyê yên demsalî ji bo hilberîna çandiniyê pir girîng in.

Şevket Okten diyar kir, wan li ser van karkeran xebata akademîk kir, wan ligel 644 kesan hevdîtin pêk anî û wiha pê de çû: “Li hemû ciyên ku hilberîna çandiniyê heye, em rastî karkerên çandiniyê tên. Karekî pir zehmet e. Serê adarê ji memleketê xwe derdikevin, li gorî cure û demsala hilberînê diçin gelek parêzgehên Tirkiyê. Di xebata me de jî zêdeyî 50 parêzgehî derketin. Rawestgehên hin malbatan diyar in, ji derdikevin diçin Meletiyê karê mişmişan, dûv re diçin karê kartol û pîvazan. Eger vegerin, ev kar heya meha mijdarê dewam dike. Lê van dawiyan guherînek çêbû ku salek, 2 sal, 3 salan dimînin an jî bi temamî li wir bi cih dibin. Gava mirov lê mêze dike, mirov dibîne ku bi piranî ew kes in ku asta wan a perwerdeyê nizim e û pîşeyekî wan tuneye. Rêjeya nexwendayan zêde ye.”

Herwiha piraniya însanên ku me bi wan rr hevdîtin kir, gava malbatên wan li ser vî karî bûne, hatine dinyayê. Wate di nava vî karî de tên dinê û lewma bi xwe jî vî karî didomînin. Bi malbatî diçin, em bi piranî rastî cureya malbatên teng hatin.”

Okten bal kişand, hejmara herî zêde ya karkerên demsalî li Rihayê ye û sedema wê jî ew e ku însanên bêxak herî zêde li vir dijîn û di dabeşiya mulkiyeta xakê de hevsengî tuneye.

Okten diyar kir, ji bo ku mirov pirsgirêka karkeriya çandiniyê ya demsalî çareser bike, divê mirov li cî û warên ku ev kes lê dijîn, wan têxe karekî. Okten got ku heke pêşî li ber vê neyê girtin, divê mirov li bajarên ku karker lê dixebitin ji perwerde, tenduristiyê bigirin heta pereyê ku distînin divê meriv şertên wan baştir bike.

"Em ji bo debara xwe çûn"

Malbata Aslantay ku 5 zarokên wan hene, li Ortakoya navçeya Aksarayê hilberîna çandiniyê bidawî kir û ji bo çûyînê minîbusek kirê kir. Malbatê çadira ku tê de diman û eşyayên xwe li minîbusê bar kirin û vegeriyan mala xwe ya li taxa Taylicayê ya li Herana navçeya Rihayê.

Cuma Aslantay diyar kir ku wan bi wasiteya eqrebayên xwe li Ortakoyê kar dît û ev 2 sal in wekî karkerên çandiniyê yên demsalî diçin wê derê û wiha domand: “Di meha gulanê de ez bi 7 serî kilfet ve çûm Ortakoya Aksarayê û me silq û kundir binkol kirin. Em ji bo debara xwe çûn, 4 mehan li wê derê man, niha jî em hatin mala xwe. Em dê li vê derê karê pembû bikin, wekî din dahata me tuneye. Em li wê derê di çadirê de diman. Em li ber bahoz, şilî, şopeyê û di nav heriyê de dijîn û li pey nanê xwe ne."

Bi gotina Aslantay di 4 mehan de wan 20 hezar lire qezenc kir, 4 hezar lire çû mesrefa wan a rê, ew dê bi yê mayî debara xwe bikin.

Dema dibistan vedibin vedigerin

Hîkmet Aslantay jî bi mirov û 10 serî kilfetê xwe ve li Aksarayê xebitî û paşê vegeriya mala xwe. Aslantay diyar kir ku ew ji bo debara xwe derketin xurbetê.

Aslantay da xuyandin ku ew berê ji bo bi tena serê xwe pere qezenc bike, çû bajarên cuda cuda û got: "Ez berê tenê diçûm, min zar û zêç bi xwe ra nedibirin. Ez bi tena serê xwe pê ra nagihînim, ji bo ku alîkariya min bikin, min zarokên xwe jî bi xwe re birin, em bi hev re xebitîn. Li vê derê karê me tuneye. Li wê derê karê me qediya, dema ku dibistan vebûn, em hatin. Zarok dixwazin herin dibistanê."

Karkera demsalî Ayşe Aslanta jî got ku ew li ser zeviyê hinekî alîkariya hevjînê xwe û zarokên xwe dike û paşê di çadirê de xurek çêdike û paqijiyê dike. Ayşe got ku zehmet e mirov ji mala xwe û mirovên xwe dûr bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst