Ferhat Encu: Savci Sayan gef li min xwar

23-09-2021
Ferdî Sak
Nîşan Ferhat Encu Savci Sayan Pirsa Kurd Kurd HDP Şaredarê Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encu li ser parvekirinên derbarê wî de li Şaredarê Agiriyê yê Ak Partiyê Savci Sayan gilî tomar kir. Ferhat Encu ji Rûdawê re got, ”Piştî gefên wî, min îro bi rêya parêzerê xwe li dozgeriyê li dijî Savci Sayan gilî tomar kir.”

Nîqaşên li ser diyarkirina muxetabê pirsa Kurd ev çend roj in li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yek ji mijarên sereke yên rojevê ye.

Li ser vê yekê nîqaş di navbera çendîn siyasetmedaran de  derdikevin. Herî dawî yek ji wan nîqaşan 22ê Îlonê li ser Twiterê di navbera parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu û Şaredarê AK Partiyê yê Agiriyê Savci Sayan de derket.

Savci Sayan roja 22ê Îlonê  derbarê mijara muxatabê “Pirsa Kurd” li ser hesaba xwe ya Twiterê amaje bi wê dabû ku muxatabên sereke yên Pirsa Kurd ew in û gotibû, ”Yek dibêje muxatab Qendîl e, yê din dibêje Îmralî û HDP, lê muxatabê sereke kurdên wek me ne ku ev 40 sal in ji bo yekitiya welat û biratiyê, li dijî zilma Îmralî û HDPê têkoşînê dikin. Kesê bi aqil be li ti muxatabek din nagere. Kesên ku hizreke wan a dijî vê yekê hene, dixwazin Kurdan biavêjin agir û welat jî bikin Sûriye.”

Parlamenterê HDPê Ferhat Encu jî li ser hesaba xwe yê Twiterê bersiva wê peyama şaredarê Agiriyê  Savci Sayan da û got, “ Muxatabbûna te radestbûn û îtaatkirin e. Tu kesekî, ku te dev ji nasnameya xwe berdaye û tenê ji bo ku  bijî jiyan tercîh kiriye.”

Di bersiva xwe de şaredarê AK Partiyê Savci Sayan sivkayetî bi parlamenterê HDPê kir û got, “Ez hewl didim ji bo çand ziman, ax û welatê xwe xizmetê bikim. Tu li ku yî? Te guleya keleşê layîqî ciwanên kurdan dît û malên ji keştiyan layîqî xwe dîtin" û herwiha gef li Encu xwar, "Ez dê zimanê te bibirim.”

 

 

Li ser vê nîqaşa di navbera Ferhat Encu û Savci Sayan de Rûdaw bi herdu aliayan re axivî.

Ferhat Encu ku di peyama Savci Sayan de gef li wî hatiye xwarin ji Rûdawê re tekez kir ku wî li dijî gotinên Savci Sayan bi rêya parêzerê xwe doz vekiriye û got, “Savci Sayan gef li min xwar û got ez dê zimanê te bibirim. Min jî îro bi rêya parêzerê xwe li dijî wî gilî tomar kir.”

 

 

Herwiha Ferhat Encu diyarkir ku heta niha Savci Sayan li ser wan gotinên xwe daxwaza lêborînê jî ji wî nekiriye.

Li aliyê derbarê mijarê de  berdevkê çapemeniyê yê  şaredariya Agiriyê jî  ji Rûdawê re eşkere kir ku wê hesabê Twiterê serokê şaredariyê Savci Sayan bixwe bikartîne  û got, Li ser nîqaşa di navbera Ferhat Encu de brêz Savci Sayan bi xwe dê daxuayaniyekê bide çapemeniyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst