Berdevka PYDê bo Rûdawê: Jefrrey gotiye eger Tirkiye êrîşî rojhilatê Feratê bike, dê bê sizadan

23-09-2020
Hisên Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sema Bekdaş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku James Jeffrey nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê behsa helwesta Amerîkayê derbarê egera her êrîşeke Tirkiyê bo ser rojhilatê Feratê de kiriye.

Sema Bekdaş ji Rûdawê re got, Jeffrey gotiye nabe Tirkiye ji derveyî van navçeyên ku niha li jêr destê wê ne ti êrîşekê encam bide, eger hat û hewil da êrîşî navçeyeke din bike, ew dê hewla rêgiriyê bidin û eger ew êrîş hat encamdan Amerîka dê sizayan li ser Tirkiyê bisepîne, weke çawa berê jî sepandin.

Ji aliyê xwe ve, Silêman Oso, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê û endamê şandeya ENKS bo danûstandinê ligel PYNK ji Rûdawê re got, “me ji James Jeffrey re tirsa miletê xwe ji êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyên me nîşan daye û me hêvî kiriye ku Amerîka rê nede vê yekê.”

Sekreterê Yekîtî da zanîn ku Jeffrey gotiye ew jî hêvî dikin ku tu êrîşên din neyên encamdan û Tirkiye ji navçeya Kaniya Aştiyê zêdetir bîr li ti pêşdeçûna serbazî neke.

Oso herwiha diyar kir, Jeffrey soz daye ku tirsa gelê Kurd ji êrîşê û daxwaza aliyên Kurdî bigihîne serkirdayetiya Amerîkayê.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê, James Jeffrey roja 20ê Îlona 2020an serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şandên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdî (PYNK) civîn pêk anîbûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî serdana James Jeffrey bo navçeyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Jeffrey di hevdîtinên xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku pêwîstî bi hemahengî û pêkvekarkirinê di helmeta taybet bi têkşikandina DAIŞê heye.

Tirkiyê heta niha du caran di salên 2018 û 2019 de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Artêşa Tirkiyê di destpêka sala 2018an de êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû û ew herêm xiste bin kontrola xwe. Di 9ê Cotmeha 2019an de jî, artêşa Tirkiyê tevî komên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî, du bajarên Rojavayê Kurdistanê kirin û ew herdu bajar li gel bi dehan gundên derdorê kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst