Ava vexwarinê bi dest koçberên li Kampa Waşokanî nakeve

Heseke (Rûdaw) - Koçberên li Kampa Waşokanî di rewşeke xerab de dijîn. Ava vexwarinê bi dest koçberan nakeve, lewma rojane ji Hesekê bi sîtêran 1.350 bermîl av diçin wê kampê.

Ji ber vexwarina wê ava tal, heta niha 150 zarok nexweş ketine. Heta vê gavê jî ti rêxistineke Navdewletî ne amade ye, alîkariya koçberên wê kampê bike.

Ne boriyên avê digihijin vê kampê, ne jî bîrên ava şêrîn li vir hatine kolandin. Ebdulkerîm Hemo yê 75 salî yek 12 hezar û 22 nişteciyên kampê ne û piştî 75 sal ji vexwarina ava kaniyên Serê Kaniyê, neçarî vexwarina aveke tal bûye.

Ebdulkerîm Hemo dibêje, “Tama wê tale tal, ne aveke zelal e, gemar tê de heye.”

Rojê hezar û 350 bermîl av bi sîtêran ji Hesekê bo nav kampa Waşokanî ku 12 kîlometran dikeve rojavayê bajêr tê kişandin, lê ne aveke dermankirî ye.

Ajokarekî tankera avê bi Ebdulxenî Îd dibêje, “Em 18 sîtêr in, em avê ji navçeya Hime tînin, bîrên şaredariyê, her sîtêrek 3 caran avê tîne, em xwesta tevaya kampê tînin.”

Heyva Sor a Kurd ku kampê ji milê tenduristî ve birêve dibe, behsa hejmara wan zarokan dike yên ku ji ber avê tûşî zikçûnê bûne.

Endamê Heyva Sor Kawa Hiso dibêje, “Haletên zikçûna zarokan di vê mehê de ji 150 heya 175 bûn, sedema wê gerim û ava vexwarinê ye, ava pîraye û madeyên paqijkirina wê avê li cem me tune.”

Hezar û 881 malbatên serêkaniyê di 1620 konan de dijîn di demekê de ku Netewên Yekbûyî (NY) ji serê salê ve alîkariyên xwe ji bo kampên Rojavayê Kurdistanê rawestandiye û şîyanên Rêveberiya Xweser jî sînordar in.