Li Dêrsimê wesayîta leşkerî xortekî 22 salî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Mazgêrd a Dêrsima Bakurê Kurdistanê wesayîta zirxî ya polîsan li ciwanê 22 salî yê bi navê Oktay Erk da û canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên berdest li gundê Goktepe yê navçeya Mazgêrdê Oktay Erk dema ku dixwaze derbasî aliyê din ê rê bibe wesyîta leşkerî lê da.

Oktay Erk li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Cenazeyê Er piştre ji bo otopsiyê bo Saziya Tip a Dadê ya Meletiyê hat veguhestin.

Hat ragihandin ku şoferê wesayîta leşkerî hate desteserkirin.

Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê salane hejmarek welatiyên sivîl di nav de jin, zarok û kesên temen mezin ji ber wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê dibin qurbanî.

Herî dawî li di 11ê Îlonê de li navçeya Rezan a Amedê zarokê 6 salî bi navê Efe Tektekin di bin wesayîta polîsan de mabû û canê xwe ji dest dabû.