Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarqijeyê ya Sêwasa Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê bav û 2 kurên wî canê xwe ji dest dan, jê 2 zarok bi tevahî 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên berdest, otomobîla ku pîleqeya 16 BLA 93 û Fatih Umuç (23) diajot li ser rêya Pinarbaşiyê nêzîkî navçeya Şarqijeyê ji rê derket û wergeriya çêm.
Di qezayê de Hakan (35) û kurê wî Yunus Emre Umuç (1) li cihê bûyerê mirin.
Ji zarokên birîndar Yusuf Kenan Umuç jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cumhuriyêtê cane xwe ji dest da.
Herwiha di bûyerê de Hîcran (33), Sibel Erva Dalga (3) û Aysun (32), Yavuz Selîm (9) û Fatih Umuç (23) jî birîndar bûn. Birîndar ewil bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişlayê û piştra bo nexweşxaneyên bajêr yên din hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku rewşa Aysun û kurê wê Yavuz Selîm Umuç jî dijwar e.
Li gor agahiyan malbat ji Hatayê bi rê ket û dixwest biçe Qersê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse