Rêveberiya Xweser: Divê hemû Sûrî beşdarî nivîsandina destûra nû bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Feratê daxuyaniyek derbarê dariştina destûra nû ya Sûriyê de belav kir û ragihand ku divê hemû Sûrî beşdarî nivîsandina destûra nû bibin.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Pêwendiyên Derve ragihand ku ew bi girîngî li mijara dariştina destûreke demokrat ji bo Sûriyê bi beşdariya hemû Sûriyan temaşe dikin.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiyê got: “Dûrxistina îradeya gelê me ji hewlên çareseriya siyasî bi taybet derbarê dariştina destûrê de rêkareke ne dadmandane ye.”

Rêveberiya ragihand ku eger ew ne beşdarî dariştina destûrê bin û ne pêwendîdarê her encamekê be.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Pêwendiyên Derve nebeşdarbûna her parçeyekî girîng ji gelê Sûriyê tê wateya kûrkirina kirîza Sûriyê.