Nûnerê 34 kompanyayên geştiyarî hatine Amedê

23-09-2018
RÛDAW
Nîşan Amed Geştiyar Almanya
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li ser vexwendina SunExpress, nûnerên 34 kompanyayên geştiyariyê yên Almanyayê hatine Amedê û serdana Kelha Zerzevanê kirin.


Geşta nûnerên kompanyayên geştiyarî yên almanî, li ser vexwendina kompanya SunExpress û bi piştgiriya Wezareta Çand û Geştiyariyê û Walîtiya Amedê serdana bajêr kirin û li cîhên dîrokî geriyan.

 

Nûnerên kompanyayên almanî li navçeya Çinarê çûne Kelha Zerzevanê û derarê vê berhema dîrokî û karên arkeolojiyê de agahî wergirtin.

 

Rêveberê herêmê yê SunExpress Murat Ozzolcay da zanîn, ku wan di despêka meha Hezîranê de dest bi geştên bajarên Frankfurt, Dusseldorf û Hannower a Almanyayê kirine û got: “Me xwest em nûnerên kompanyayên geştiyarî bînin Amedê da ku ew jî dewlemandiya dîrok û çanda vê derê bibînin.”

 

Berpirsê geştên Almanya, Belçîka û Holanda yê SunExpress, Recep Akın jî diyar kir, ku ew dixwazin geştên ji bo Amedê zêdetir bikin.

 

Nûnerê kompanyayeke geştiyarî yê bi navê Aygun Çelebî jî got: “Ez ji bo nasandina Amedê hatime vê derê. Amed birastî bajarek nûwaze ye. Xwedî çand û dîrokeke dewlemend e. Ger vegerim Almanya ez ê pêşniyar bikim xelk were Amedê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst