Bi dehan kadroyên Hevpeymaniyê tevlî PDKê bûn, Hevpeymanî dibêje senariyo ye

Duhok (Rûdaw) – Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadpweriyê di daxuyaniyekê de nûçeyên têkidlarî çûna endam û kadroyên xwe bo nav refên partiyên din weke senariyoya desthilatê bi nav dike û radigihîne, ew dê weke bizaveke sivîl û berfireh li ser xabata xwe berdewam bin.

 

Îro li Duhok û Zaxoyê hejmarek ji berpirs û endamên Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê çûne nav refên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û biryar dan, ku dest ji partiya xwe berdin.

 

Li gorî zanyariyan, Berpirsê Pêwendiyên Hevpeymaniyê li Duhokê Firset Ehmed yek ji wan kesan e ku tevlî rêzên PDKê bûye. Herwiha li gorî zanyariyan, di çend rojên dawiyê de derdora hezar kesan li devera Badînanê dest ji Hevpeymaniyê berdane.

 

Herwiha 31 endamên Encûmena Giştî ya Hevpeymaniyê û Berpirsê Devera Diyale û hejmarek ji kargêr û kadro û endamên devera Diyale ya Hevpeymaniyê jî dest ji wê partiyê berdane.

 

Di wan çend rojên dawiyê de endam, kadro û berpirsên Hevpeymaniya ku Berhem Salih ava kiribû, kom bi kom dest ji partiya xwe berdidin. Ew dibêjin, sozên ku di dema avakirina Hevpeymaniyê de dabûn wan, weke xwe derneketin.

 

Sedema sereke ya destberdana wan berpirs û kadroyên Hevpeymaniyê jî vegera Berhem Salihe bo nav rêzên YNKê ye, ku berî çûna bo nav refên YNKê serokatiya Hevpeymaniyê dikir.

 

Têkildarî mijara çûna endamên wê bo nav refên partiyên din, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê daxuyaniyek belav kir û têde peywendîkirina endamên xwe bo nava partiyên din bi senaryo bi nav kir. Hevpeymanî dibêje, ew senaryo leyîzstin bi meznahî û aqilê mirovan e û senaryoyeke dubare ye.

 

Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê ragihandiye: “Ew dizanin ku di rojên dawiyê yên bangeşeya hilbijartinê de hin hêz dixwazin senariyoyên dubare weke bangeşeyên hilbijartinê bi kar bihînin û di kanalên xew de wisa nîşan didin, ku endamên Hevpeymaniyê peywendiyê bi wan dikin.” 

 

Her di wê beyannameyê de hatiye gotin: “Ev lîstik ti bandorekê li ser Hevpeymaniyê û yeksaznxwaziya wê nake û bangeşeyeke nedirust e.”

 

Herwiha Hvepeymaniyê diyar kiriye, ew curên senariyoyan weke rewatîdaneke pêşwext e bo encamdana saxtekariya li dijî îradeya dengderên Kurdistanê û dibêje, em radigihînin ku ew lîstoka kirêt ti bandorekê li ser hevdîdan û bizava dadperwerîxwaz a Hevpeymaniyê çê nake û ji bilî bangeşeyeke nedirist û kirêt tişteke din nîne.

 

Hevpeymanî dibêje, ew “garantiyê didin ku Hevpeymanî dê weke tevgereke siyasî ya sivîl berdewam be li ser wan armancên ku ji bo wê hatiye avakirin.”