18 berbijêrên Mesîhî li ser 5 kursiyên kota hevrikiyê dikin

23-09-2018
Nasir Elî
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Berbijêr Mesîhî Kursî Kota
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Heta roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinan jî, 23 berbijêran xwe amade kiribûn daku rikeberî li ser 5 kursiyên Parlementoya Kurdistanê yên kota yên Mesîhiyan bikin. Lê belê roja bangeşeyê Partiya Ebnaulnehreyn bi hinceta destwerdana partiyên Kurdistanî li kursiyên kotayê, hilbijartinan boykot dikin. Niha rikeberî di navbera 18 berbijêrên Mesîhî de ye, ku piraniya wan li sînorê parêzgeha Duhokê ne.

 

Berî niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dihatin tohmetbarkirin ku ji bo kursiyên kota berbijêr datînin û hewl didin ku ew bi ser bikevin. Lê di vê hilbijartinan de Tevgera Goran jî hate rêza PDK û YNKê, piştî ku karî lîstek ji bo Mesîhiyan çêbike.

 

Lîsta Rafîdeyn 5 berbijêr, Lîsta Demokratîk a Mesîhî 3 berbijêr, Encûmena Gelên Kildanî Suryanî Aşûrî 5 berbijêr, Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî 5 berbijêr ji bo hilbijartinên xula pêncem a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê diyar kirine.

 

Niha du parlementerên Encûmena Gelên Kildanî Aşûrî Suryanî hene û dixwaze vê carê jî herî kêm du berbijêrên xwe bigihîne parlementoyê.

 

Serokê Encûmena Gelên Kildanî Aşûrî Suryanî Şemsedîn Gorgîs ji Rûdawê re ragihand: “Bajarê Duhokê ji bo me gelek giring e, lewma ji pênc berbijêran sê berbijêr xelkê parêzgeha Duhokê ne, baweriya me bi xwe heye ku em di van hilbijartinan de dengekî baş bi dest bixin.”

 

Li gor gotina Şemsedîn Gorgîs, bangeşeya herî germ a lîstên Mesîhî, dê li bajarê Duhokê be, çimku nêzîkî %70ê berbijêrên lîstên Mesîhî xelkê parêzgeha Duhokê ne.

 

Di van hilbijartinan de, heta niha bangeşeya herî germ a hilbijartinan li Duhokê birêve diçe, lîstên Mesîhî bangeşeya xwe li Duhokê sift kirine.

 

Ferîd Yeqûb ku Berpirsê Bizava Demokratîk a Aşûrî ye li Duhokê û serokatiya Lîsta Rafîdeyn dike, ji Rûdawê re ragihand ku vê carê kesên bi şiyan di lîsta wan de hene ku 3 ji wan xelkê Duhokê ne û amadekariyên baş jî kirine.

 

Bizava Demokrat a Aşûrî ku navê fraksiyona wan li Parlementoya Kurdistanê  "Rafîdeyn" e, niha xwediyê du kursiyan e. Ferîd Yeqûb di wê baweriyê de ye ku eger tezwîr neyê kirin, dê 4 kursîyan bi dest bixin. Yeqûb rexne li PDKê digre û dibêje: “PDK kursiyên kota jî dixwaze. Tenê 5 kursiyên me hene, bila nûnerên rasteqîn ên Mesîhî bigihîjin parlementoyê.” Herwiha diyar kir: “Berî niha tenê PDK piştgiriya Encûmena Gelên Kildanî Aşûrî dikir daku bigihin parlementoyê, vê carê Tevgera Goran jî ji bo kotaya Mesîhiyan lîste amade kiriye û piştgiriya wan dike.”

 

Lîsta ku Tevgera Goranê piştgirî dide, Lîsta Demokrat a Mesîhî ye ku bi 3 berbijêran beşdarî hilbijartinan dibin.

 

Lîsta Ebnaulnehreyn ku 5 berbijêrên wan hebû û niha kursiyekî wan li parlementoyê heye, roja 11-09-2018an biryar da ku hilbijartinan boykot bikin, ji ber ku daxwaz kiribûn yasaya hilbijartinan were guhertin û tenê kêmnetewe bikarin deng bidin lîstên kotayê, lê belê ev daxwaza wan nehat bicihkirin.

 

Ferîd Yeqûb dibêje: “Kotaya Mesîhiyan divê tenê ji Mesîhiyan re be û nûnerên rasteqîn biçin parlementoyê. Em naxwazin her hilbijartinekê aliyek were ji me re lîstekê amade bike daku ajendaya wan li parlementoyê cîbicî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst