PTTê ji bo Sûrê pulên taybet çap kirin

23-09-2018
RÛDAW
Nîşan PTT Pul Sûr Amed
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Giştî ya Posta ya Tirkiyê (PTT) ji bo nasandina navçeya Sûrê ya Amedê, li ser navê Sûrê pul da çapkirin.

 

Şaredariya Sûrê pulên ku ji bo nasandina wê navçeyê hatine çapkirin, ji Rêveberiya Giştî ya Bazarkirin û Firotinê ya PTTê ya Amedê wergirt.

 

Pulên ku li ser wan wêneyên şûnwarên dîrokî yên Amedê yên weke Minara Çarnig, Mizgefta Mezin, Sûrên Amedê, Pira Deh Derî û Mizgefta Behrem Paşa hene, ji aliyê berpirsên bazarkirin û firotinê yên PTTê Onder Şanli û Menal Tumur ve, radestî Cîgirê Serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Çiftçi hat kirin.

 

Cîgirê Serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Çiftçi li ser sedema çêkirina pulên taybet ên Sûrê ragihand: “Emê bi pulên xwe yên ku me dane çêkirin, dîrok û çanda navçeya xwe ya Sûrê bi welatê xwe û cîhanê re bidin nasandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst