Tuncel: Li hemberî kurdan paqijiyeke nîjadî dikin

23-09-2016
RÛDAW
Sebahat Tuncel
Sebahat Tuncel
Nîşan DBP Şaredarî Qeyûm
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser desteserkirina 25 şaredariyên wê bi riya qeyûman, li Amedê civîneke awarte li dar xist.

 

Li Amedê hevşaredarên 102 şaredariyên di destê DBP'ê de bi awayeke awarte civiyan. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku hikûmet bi riya qeyûman û desteserkirina şaredariyan  li hemberî kurdan paqijiyeke nîjadî dike.

 

Sebahat Tuncel got, “Heta niha 25 şaredariyên me desteser kirin. Qaymeqam û cîgirên waliyan anîn ser kar. Şaredarî îro bûne qereqol. Heta niha gelek hevşaredarên me avêtine zindanê. Hevşaredarên Seraya Wanê û Hezexê jî nû binçav kirin. Li Sasonê 80 kes hatin binçavkirin. Dixwazin hemû kurdan bi riya girtin, binçavkirin û lêpirsînan bêdeng bikin. Ev paqijkirineke nîjadî ye.”

 

Hevşaredarê Amedê Firad Anli jî bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku li hemberî van kirinan bêdeng nemînin. Anli da zanîn ku ew li bendê ne sazî û dezgehên navneteweyî ji van kirinên hikûmetê re bibêjin na. 

 

Anli got, “Tirkiye perçeyekî hêzên navneteweyî ye jî. Di Yekitiya Ewropayê de dixwaze cih bigre, endama NATO'yê ye. Ez bawer im NATO jî Yekitiya Ewropa jî û Konseya Ewropayê û û saziyên navneteweyî jî dê vê yekê qebûl nekin.” 

 

Lê dengên ji eniya hikûmeta AK Partiyê bilind dibin, dibêjin şaredariyên DBP'ê ji xeynî qeyûman tu rê nehiştibûn. 

 

Ehmed Ay ku rojnamevanekî ji AK Partiyê ye û di rojnameyeke nêzî hikûmetê de dinivîse, dibêje ew qeyûman maqûl nabîne lê şaredariyên DBP'ê weke din tu rê ji hikûmetê re nehiştiye. 

 

Ehmed Ay dibêje, “Kolandina xendekan çêbû, çal vedan li cihê sivîlan. Ew cihê ku xendek hatin kolandin hinekî makîneyên şaredariyê jî dixebitîn û ji xendekan re melzeme dikişandin. Tu dewlet vê yekê qebûl nake.” 

 

Di destê DBP'ê de 11 bajar, bi tevahî 102 şaredariyên navçe û bajarokan hene. Heta niha ji wan 25 şaredarî bi riya qeyûman hatine desteserkirin. Bi dehan hevşaredar û endamên meclisa şaredariyan jî niha di zindanan de ne.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst