Balafirên Tirkiyeyê êrişî kampên PKKê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyeyê îro piştî nîvro baregên PKKê li nax axa Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Li gor agahiyan Rûdawê, îro piştî nîvro balafirên Tirkiyeyê careke din êrişî ser kamp û navendên gerîllayên Partiya karkerkên Kurdistanê (PKK) li sînorê bajarokê Mêrgesorê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li navçeya Soranê Bextiyar Qadir ragihand: Balafirên Tirkiyeyê baregehên PKKê li gundê Pêndro û Çiyayê Botîn li sînorê navçeya Mêrgesorê dane ber bombeyan.

 

Li gor gotina Peyamnêrê Rûdawê di encama bombebarana baalfirên cengî yên Tirkiyeyê bo ser kamp û nevendên PKKê agir ber bûye cihên êrişê.

 

Derbarê zirarên îhtîmalî yên PKKê de ti agahî nehatin zanîn.