Êrişa li Silêmaniyê: Nasnameya du rojnamegeran hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku di êrişa li Silêmaniyê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.

Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Li gorî agahiyên ku ketibûn destê Rûdawê, êrişî rojnamegerên STÊRK TVyê hatibû kirin.

STÊRK TVyê jî di weşana xwe ya zindî de wiha gotibû.

“Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê êrişî rojnamegeran kir.

Di encamê de 2 rojnameger şehîd ketin, 6 rojnameger jî birîndar bûn.”

Nasname diyar bûn

Hat zanîn ku di vê êrişê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, li ser nasnameya birîndaran heta niha ti agahiyên zelal nînin.

Divê were gotin ku Tirkiyeyê îro bi balafirên şer êrişî gundê Gelaleyê yê Şarbajêrê jî kiriye.