Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku di êrişa li Silêmaniyê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.
Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.
Li gorî agahiyên ku ketibûn destê Rûdawê, êrişî rojnamegerên STÊRK TVyê hatibû kirin.
STÊRK TVyê jî di weşana xwe ya zindî de wiha gotibû.
“Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê êrişî rojnamegeran kir.
Di encamê de 2 rojnameger şehîd ketin, 6 rojnameger jî birîndar bûn.”
Nasname diyar bûn
Hat zanîn ku di vê êrişê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.
Li hêla din, li ser nasnameya birîndaran heta niha ti agahiyên zelal nînin.
Divê were gotin ku Tirkiyeyê îro bi balafirên şer êrişî gundê Gelaleyê yê Şarbajêrê jî kiriye.
Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 23, 2024
🛑 Agir bi otomobîlê ketiye pic.twitter.com/FE3KOUOmfY
"Bi ti awayî pêwendiya wan bi siyasetê re nebû"
Avahiya sereke ya STÊR TVyê li Ewropayê ye lê Silêmaniyê jî ofîsekê wê heye.
Ofîsa li Silêmaniyê di bin banê Kompanyayê Çetrê ya ragihandinê ye.
Birevebirê Çetrê Kemal Hemereza da zanîn ku Hêro Bahadîn 6 salan li cem wan xebitiye û ji Silêmaniyê ye û Gulistan Tara jî ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.
Kemal Hemereza da zanîn ku di vê êrişê de rojnamegerekî bi navê Rêbîn jî birîndar bûye û li pey çû:
"Ew rojnameger bûn, bi ti awayî pêwendiya wan bi siyasetê re nebû."
"Em bi dijwarî şermezar dikin"
Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Karwan Enwer jî êriş şermezar kir û got:
"Em hemû êrişên li ser rojnamegeran bi dijwarî şermezar dikin çimkî rojnameger li gorî hemû pîverên cihanî ji hemû krîzan xalî ne û li derveyî şer in."
Hat ragihandin ku di êrişa li Silêmaniyê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 23, 2024
🛑 Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kirhttps://t.co/oPQjKse2is pic.twitter.com/WX9JzpDMDJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse