SILÊMANÎ – Tirkiyeyê bi dronan êrişî otomobîlekê kir

23-08-2024
Nîşan Silêmanî Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Êriş beriya niha bi demeke kurt li gundê Tepereşê pêk hat.

Şahidekî bûyerê dîmen ji Rûdawê re şandin û ew şahid dibêje ku êriş bi dronekê pêk hatiye.

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê jî diyar kir ku dê hêzên ewlehiyê herin cihê bûyerê.

Divê were gotin ku Tirkiyeyê îro bi balafirên şer êrişî gundê Gelaleyê yê Şarbajêrê jî kiriye.

Hûrgiliyên bûyerê

Nûçegihanê Rûdawê Sazgar Selah ragihand ku êrişî du otomobîlan hatiye kirin û mûşek li yekê ji wan ketine.

Sazgar Selah diyar kir ku 2 kesên di wê otomobîlê de canê xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Nûçegihanê Rûdawê got ku birînên wî xedar in û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Herwiha hat zanîn ku cenazeyên wan bi tevahî şewitîne.

Êrişî rojnamegeran hatiye kirin

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, êrişî rojnamegerên STÊRK TVyê hatiye kirin.

STÊRK TVyê jî di weşana xwe ya zindî de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê êrişî rojnamegeran kir.

Di encamê de 2 rojnameger şehîd ketin, 6 rojnameger jî birîndar bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst