Tirkiyeyê dîsa êrişî Gelaleyê kir!

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê careke din bi balafirên şer êrişî gundê Gelaleyê yê Şarbajêrê kir.

Bombebaranê îro saet 07:13an dest pê kir.

Êrişan li qezaya Çiwartayê ya herêma Şarbajêrê ya Silêmaniyê rû daye û cihê ku hatiye bombebarankirin bilindahiyeke bi navê Baskî Qelê ya gundê Gelaleyê ye.

“Ti ziyanên canî nînin”

Berpirsê CPTyê Kameran Usman li ser êrişê ji Rûdawê re got:

“Bombebaran bi balafirên şer hatiye kirin û ti ziyanên canî nînin.”

Divê were gotin ku heman dever doh jî du caran bi balafirên şer hatibû bombebarankirin.