Li Meletiyê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê agirê ku bi zeviyê ket li daristanê û bexçeyan ve belav bû.

Li navçeya Şîroyê ya Meletî ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi zeviyê ket lê piştre agir ber bi daristanê û bexçeyan ve belav bûye.

Li ser agahdarkirinê Serokariya Daîreya Agirvemirandinê ya Şaredariya Meletiyê 8 makîne û 34 kes û Rêveberiya Herêma Daristanê jî 4 makîneyên kar şandine cihê bûyerê.

Herwiha piştî berfirehbûna agir Serokatiya Daîreya Rê ya şaredariyê jî 4 makîneyên kar ji bo alîkariyê şandine û midexaleya agir berdewam e û agir heta niha nehatiye kontrolkirin.