Dr. Sebah Subhî: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê mercên Tirkiyeyê hene

23-08-2023
RÛDAW
Dr. Sebah Subhî
Dr. Sebah Subhî
Nîşan Dr. Sebah Subhî Tirkiye Petrola Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Sebah Subhî ji Rûdawê re got ku Îraq û Tirkiye di mijara dubare hinartina petrola Kurdistanê de ne cidî ne, ji ber ku Tirkiye niha di pêgeheke bihêz de ye. 

Tirkiye dosyeyên av, PKK û aboriyê bi kar tîne

Biryarederê Komîteya Petrol û Gazê yê Parlementoya Îraqê Dr. Sebah Subhî got ku Tirkiye dosyeyên av, PKK û aboriyê bi kar tîne ku givaşê bixe ser Îraqê.

Herwiha dixaze 1,5 milyar dolarên ku divê bide Îraqê, nediyê.

Dr. Sebah Subhî anî zimên ku Tirkiyeyê dixwaze di mijara vegustina petrolê de jî desthilat be.  

Biryarederê Komîteya Petrol û Gazê li Parlementoya Îraqê got, “Tirkiye givaşê dike ku xalên zêdetir bi dest bîne û Îraq jî ne amade ye ku dest ji wergirtina qerebûya xwe berde.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê jî di dubare hinartina petrola Kurdistanê de ne cidî ye, ji ber ku dixwaze berhemanîna petrola Besrayê zêde bike û valahiyê dagire, niha jî 100 hezar bermîl berhemanîna petrolê li Besrayê zêde bûye.

Îraq naxwaze pişta xwe bi Tirkiyeyê girê bide

Dr. Subhî herwiha da zanîn ku Îraq dixwaze karekî bike ku ji bo firotina petrolê pişta xwe bi Tirkiyeyê girê nede, ji ber wê niha Îraq li pey rêyeke din digere. 

Dr. Sebah Subhî da xuyakirin ku Îraq xwe amade dike ku petrola Herêma Kurdistanê di navxwe de dabeş bike lê eger hinartina petrolê berdewam be dê ziyanê bigihîne bîrên petrolê û dê zuha bibin. 

Parêzgehên ku petrol lê heye daxwaza maf û desthilatê dikin

Derbarê amadekirina yasaya Petrol û Gazê Dr. Sebah Subhî da xuyakirin ya ku niha heye pir xerab e û naçe serî ji ber ku dê pirsgirêkan zêde bike.

Herwiha Subhî diyar kir parêzgehên ku petrol li wan heye daxwaza maf û desthilatê dikin lê hin parêzgeh hene ku petrol li wan nîne û ew zirarê dikin. 

Dr. Sebah Subhî da zanîn ku pêwîste Herêma Kurdistanê û Îraq bi hev re reşnivîsa yasayê amade bikin û Kurdistanê beşdarî her çar warên yasayî, darayî, teknîk û siyasî yên amadekirina vê yasayê bibe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst