Li Agiriyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku erdhej, demjimêr 21:22yan 5,03 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li navçeyên derdorê jî hest bi wê erdhejê kiriye.