Efrîn: Çekdarên Emşatê gule li ciwanekî Kurd reşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kefir Sefreyê yê li rojavayê Efrînê, çekdarên grûpa Silêman Şahê gule li ciwanekî Kurd barandin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Kefir Sefreyê yê di navbera Cindirês û Şiyê de, çekdarên grûpa Silêman Şahê ku wek Emşatê jî tê naskirin bi ser mala ciwanê Kurd Amir Kabî de girt.

Hat ragihandin ku çekdaran, gule li Amir Kabiyê 21 salî barandine. 

Çekdaran piştre ew bir nexweşxaneya Efrînê û niha di bin çavdêriya çekdarên Emşatê de ye.

Li gorî heman çavkaniyê, Amir Kabî berî meh û nîvekê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin.

Li aliyê din duşema borî, çekdarên Emşatê li navçeyên Mabata û Şiyê 18 Kurd girtibûn.

Hinceta çekdaran ew bû ku ew 18 kes beşdarî xwepêşandanên li dijî cezayan Amerîkayê nebûne.

Wezareta Xezineyê ya Amerîkayê ji ber zordarî û derbideriya ku wan anîye serê Kurdên herêma Efrînê, ceza bi ser grûpa Silêman Şahê û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.