Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê civiyan

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mark Straw Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê yê nû Mark Straw ragihand ku Amerîka dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re baştir bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê yê nû Mark Straw civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mark Straw de daxuyaniyek belav kir

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî, ji Mark Strawê ku nû hatiye wezîfedarkirin re serkeftin xwest û piştevaniya xwe jê re ragihand.

Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyan baştir bike

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê rê baştir bike.

Li aliyê din, Mark Straw jî ji ber ku wekî Konsulusê Amerîkayê yê Hewlêrê hatiye erkdarkirin kêfxweşiya xwe anî ziman.

Herwiha Straw soz da ku welatê wî, bi baştirkirina pêwendiyan û zêdekirina alîkariyên hevbeş ên bi Herêma Kurdistanê rê pabend e.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst