Fermandarê CENTCOMê çû Rojavayê Kurdistanê

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Michael Erik Kurilla Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla, çû kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê yên ku malbatên DAIŞê li wan dimînin.

Herwiha CENTCOMê ragihandin ku Kurilla bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re jî hevdîtin kiriye.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) li ser serdana Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurilla 21ê Tebaxê çûye Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Heriwa li gorî daxuyaniyê, Kurilla çûye serdana kampên Hol û Rojê yên ku malbatên DAIŞiyan li wan dimînin.

Divê were gotin ku kampên Hol û Rojê di bin kontrola HSDyê de ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurilla bi rêveberên kampên Hol û Rojê û kesên ku li kampan dimînin re hevdîtin kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê li wir çavdêriya "rewşa mirovî, xebatên ji bo zêdekirina ewlehiya kampê û pêvajoyên rehabîlîtasyonê" kiriye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat hat ragihandin Kurilla diyar kir ku ew ji bo kesên di kampan de ne vegerînin welatên wan dixebitin.

Kurilla herwiha diyar kir ku dê bi vî awayî pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê kêm bibin.

“Em pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê re mijûl dibin”

Fermandarê CENTCOMê di daxuyaniyê de tekezî li ser hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kir û wiha got:

“Amerîka, HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li aliyekî bi pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên li kampên bakurrojhilatê Sûriyeyê re mijûl dibin, li aliyê din jî li ser têkbirina mayînde ya DAIŞê sekinîne û ji bo vê yekê bibiryar in.”

Hat diyarkirin ku Kurilla di serdanê de bi HSDyê re jî hevdîtin kiriye.

Di hevdîtinê de operasyonên li dijî DAIŞê û xebatên alîkariyên mirovî yên li herêmê hatine nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst