Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê rijd e ku hilbijartinan li dar bixe

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Brîtanya Nêçîrvan Barzanî Tom Tugendhat Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku "Herêma Kurdistanê rijd e hilbijartinan li dar bixe."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Ewlehiyê Tom Tugendhat û şandeyeke pê re qebûl kirin.

Di civînê de Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de "rûdanên dawî yên şerê li dijî terorîstan, metirsiya DAIŞê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê" hatin gotûbêjkirin.

Herwiha ji bilî van mijaran, behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, koça neyasayî ya ber bi Brîtanyayê ve û têkoşîna li dijî kirîn û firotina madeyên hişbir jî hat kirin.

Ji bo ku koçberiya neyasayî kêm bibe hevkarî lazim e

Her du aliyan, ji bo ku koçberiya neyasayî kêm bibe tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş ên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişber a li herêmê, hevkariyeke hevbeş pêwîst e û divê ji bo wê armancê gavên pêwîst bên avêtin.

Herwiha di vê derbarê de behsa îmzekirina rêkeftineke di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hat kirin.

"Rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê"

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî her du alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navxweyî û lidarxistina hilbijartinan hemfikir bûn.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê li ser lidarxistina hilbijartina rijd e û got:

“Rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst