Endamê Kongrêsa Amerîkayê: Divê Washington pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kongrêsa Amerîka Michael McCaul Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongrêsa Amerîkayê yê Komarî Michael McCaul nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bilinken re şandiye û têde daxwaz kiriye, Washington ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikeve nava hewldanan.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve yê Kongrêsa Amerîkayê, Michael McCaul têkildarî nakokiyên di navbera hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re name şand.

Michael McCaul di nameya xwe de daxwaz ji rêvebiriya Biden kiriye ku dest bi hewldanan bike û bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê re têkeve hewla çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de bide, ku bandora wan li ser aramî û geşeya aborî ya Iraqê hebûye.

Di nameya xwe de ew endamê Kongrêsa Amerîkayê daye xuyakirin, di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de li ser çend mijarên taybet bi çavkaniyên xwezayî nakokî heye û diyar kiriye, ew wiha difikire di Comtmeha 2021an de bandora wan nakokiyan li ser gotûbêjên aliyan ên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hebûye.

Michael McCaul di beşeke din a nameya xwe de ragihandiye, Amerîkayê gelek pere li Iraqê xerc kiriye û dibêje, di sala 2014an de Washingtonê zêdetir ji 12.7 milyar dolar ji bo dabînkirina alîkariyên mirovî, emnî û darayî alîkarî daye Iraqê.

McCaul behsa wan alîkariyan kiriye û gotiye, di nava wan alîkariyan de Amerîkayê 300 milyon dolar wek deyn ji bo wan kompaniyên Amerîkî terxan kiriye ku di sektroa petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de dixebitin, daku ew kompanî di kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê de berdewam bin.

Wî endamê Kongrêsa Amerîkayê di nameya xwe de amaje bi Îranê jî kiriye û gotiye, Îran metirsiyeke din e li ser Iraqê. Michael McCaul behsa êrîşên mûşekî yên Îranê û grûpên nêzîk li Îranê bo ser Herêma Kurdistanê di îsal de kiriye û daxwaz kiriye, pêwîst e rêvebiriya Biden helwêsteke zelal hebe beramber wan binpêkariyên li ser serweriya axa Iraqê.

McCaul herwiha daxwaz kiriye, Amerîka piştgiriya wan aliyan bike ku hewl didin Iraqê li hember hegemoniya Îranê biparêzin.

Endamê Kongrêsa Amerîkayê di dawiya nameya xwe de dibêje, Amerîkayê li Iraqê berpirsyariyeke dûr û dirêj heye ji bo piştgirîkirina Iraqeke aram, serbixwe û demokrat, iraqek ku ji hegemoniya welatên derve dûr be û bi cîranên xwe re peywendiyeke baş hebe û welatek be ku bo hemwelatiyên xwe aram be.

Di heft rojên derbasbûyî de ew sêyemîn name ye ku ji aliyê endamên Kongreya Amerîkayê ve bo wezîrê derve yê wî welatî taybet bi pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye şandin. Di wan nameyan de endamên kongreya Amerîkayê hikûmeta welatê xwe han didin ku hewl bide nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybet nakokiyên di sektora petrol û gazê de çareser bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst