Pirsgirêka komkirina zibil ji nav kampên penaberan hat çareserkirin

23-08-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kampên Penaberan Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Zibil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku UNHCR ji destpêka meha heftan ve destê xwe ji paqijkirina kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê vekişand, zibil û gilêş di nava kampan de kom bûbûn. Li ser dûvçûneke Tora Medyayî ya Rudawê dest bi çareserkirina pirsgirêka zibl û gilêşe ya di nava kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Ji ber birrîna palpiştiya darayî li ser sekterê WASH ji aliyê UNHCR ve, kampên penaberan tije ji zibil û gilêş bûn.

Piştî borîna nêzîkî 2 mehan, hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciyên wî sekterî li xwe girt û pirsgirêka 30 hezar penaberên parêzgeha Hewlêrê çareser kir.

Penaber Diya Ebdulqadir got "Bi rastî dema ku zibil û gilêş çend rojan di nava teneka gilêşê de dimîne, bêhn bi malê dikeve.

Li gel kombûna gilêşa di nava kampan de, êdî em neçarbûn ku li malên xwe bin û ji ber bêhna zibil ya dijwar dernediketin."

Penaber Siud Heyder got "Em îro gelekî kêfxweş bûn bi rakirina zibil di nava kampan de, bi hêvîne ku pirsgirêkên me yên din jî werin çareserkirin."

Penaber Welîd Ebdulrehman anî ziman "Em sipasiya her aliyekî dikin ku alîkariya me kirin ji bo çareserkirina vê babetê, bi taybetî kanalê Rûdawê ku li gel me bû heta ku pirsgirêk çareser bû, bi hêvîne ku em pirsgirêkên din jî çareser bikin, weku pirsgirêka xwendinê."

Berî nêzîkî 2 mehan, herçar kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li sinûrê parêzgeha Hewlêrê di vê rewşê de bûn.

Rêveberê bilind ê kampên penaberan li sinûrê parêzgeha Hewlêrê li dizgehê Xêrxwaziya Barzanî Nizar Salih got "Helmeta paqijkirina kampan îro destpê kir û wê hemû kampên sinûrê parêzgeha Hewlêrê li xwe bigre. Ev helmet paqijkirina kampan û rakirina ava giran li xwe digre. Bi rastî hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem alîkar e li gel penaberan, lê helbet ji bo çareserkirina vê babetê, medya rolekê gelekî giring hebû."

Niha hikûmetê girêbest li gel kompaniyeke paqijkirina gilêşê îmze kiriye û dê heftiyê 2 caran zibilî û ava giran ji nava kampê rake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst