Asayîşa Silêmaniyê: Me 17 terorîstên ku plana kuştina çend efser û mamosteyên olî kiribûn girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku wan 17 çekdarên DAIŞê ku plana kuştina çend efser û mamostayekî olî kiribûn girtine.
Birêveberiya Asayîşê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên hatine girtin li Silêmanî, Çemçemal, Tekye û Barîkayê hatine girtin û got jî ku koma yekem a girtiyan “plana kuştina çend efserên pilebilind ên Pêşmerge û çend mamostayên olî yên navdar kiribûn.”
Polîsê Silêmaniyê ragihand, 7 gumanbar li Silêmaniyê hatine girtin dibêje “Heft ji wan terorîstan bi rêya torên civakî di bin bandora îdyolojiya tundrew a DAIŞê de ne û bangeşeya belavkirina kar û çalakiyên terorîstan dikin. Piştî ku xwe birêxistin kirin, pêşî plana kuştina Qazî Fatih Şaristenî, Serdar Serdar, Tevger Rizgar Hemasaleh û Baban Taha yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û çend baregehên partiyê biteqînin.”
Asayîşa Silêmaniyê: Me 17 terorîstên ku plana kuştina çend efser û mamostayekî olî kiribûn girtinhttps://t.co/LEnlfeBOOD pic.twitter.com/ialDRtmYE6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 23, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse