Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze bi welatên cîran re peywendiyên baştirîn hebe

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Sadiq Muitemidiyan Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Parêzgarê Urmiyê kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê kir û got "Herêma Kurdistanê daxwaza baştirîn peywendî û hevkarî li gel welatên cîran dike."

Îro Sêşemê 08.23.2022 li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muitemidiyan û şandeke pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat ragihandin “Di hevdîtinekê da peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hemahengiya zêdetir ji bo têkeliyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de û hatinûçûna ziyaretkaran bo cihên olî û geştyarên Îranî bo Iraqê bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ra, hatine gotûbêjkirin.”

Herwiha di daxyaniyê hat diyarkirin ku parêzgarê Urmiyê re kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê û derfeta hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û “dubare kir ku ji bo zêdetir pêşxistina têkeliyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan dê hemû hewlên xwe bidin.”

Li aliyê din di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî behsa peywendiyên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir “Herwiha tekezî li ser pêşxistina zêdetir peywendiyan kir û nêrîna Herêma Kurdistanê jî di vî warî de nîşan da, ku dixwaze di warên cuda de bi welatên cîran re baştirîn peywendî û hevkarî hebe.”

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de ku, parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, Serokê Îdareya serbixwe ya Soranê û konsulê giştî yê Îranê li Hewlêrê jî tê de amade bûn, rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne, gotûbêj kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst