Çalakvanekî Sûrî li Efrînê bi salek zindan hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi tometa sivkatîkirina bi çekdarên opozisyona Sûriyê yên xwe weke “Artêşa Niştîmanî” didin zanîn, çalakvanekî Sûrî li Efrînê bi zindankirina salekê hat cezakirin.

Dadweriya Leşkerî li bajarê Efrînê biryara zindankirina çalakvanekî Sûrî bo dema salekê û dayîna 2 hezar lîreyên Tirkiyê da, bi tometa ku sivkatî bi “Artêşa Niştîmanî” kiriye.

Ew çalakvanê Sûrî bi tawanên gefên kuştinê, birîndarkiirna hesta olî û biçûkkirina “Artêşa Niştîmanî” hatiye tometbarkirin.

Wî çalakvanî bi rêya girte vîdyoyekê ku li ser rûpela hevjîna xwe belav kiribû ku daxwaz dike lêkolînek berfireh li serkirdeyên grûpa Ceyş el-Islam bê kirin, ji ber pêwendî alîkarî li gel hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûriyê hebûne, û destdirêjî li jinan kirine, dema ku beşek ji gundewarê Şamê kontrol kiribûn.

Wî çalakvanî di heman demê de daxwaza kiribû ku lêpirsîn li sê serkirdeyên Ceyş el-Islam bê kirin ji ber ku endamên hikûmeta Sûriyê li cem xwe veşartbûn û xiyantî li Şoreşa Sûriyê kirine.

Berî niha jî ew çalakvan hatibû girtin ji aliyê polîsên leşkerî ve bi tometa ku zanyariyên nerast li ser serkirdeyên Ceyş el-Islam belav dike û wêne û navê şoreşa Sûriyê xirab dike. Ew çalakvan bi xwe koçberê gundewarê Şamê ye.