Li ser tabloyên Zanîngeha Kurdistanê nivîsên Kurdî dîsa hatin danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rakirina nivîsên Kurdî yên li ser tabloyên Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, careke din tabloyên bi kurdî hatin danîn.

Mamostayê Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê li Bajarê Sinê Bextiyar Secadî  îro Duşemê 23yê Tebaxa 2021ê dema êvarî a du wêneyê li ser hesabê xwe yê  Facebookê belav kir û têde diyar kir ku dubare navê Zanîngeha Kurdistanê li ser tabloyan bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Erebî hatine nivîsandin.

Sinê Bextiyar Secadî dibêje: “Bi piştgirî û desteka her kesên girîngiyê didin peyva Kurdî, me karîbû li hemberî vê plana xirab bi ser bikevin.”

Hejmareke xwendekaran ku di nav Desteya Rêveberya lîqa Besîc a Zanîngeha Kurdistanê de ne, roja Pêncşema derbasbûyê nivîsên Kurdî, Îngilîzî û Erebî li ser tabloyên kolêja ziman û edebiyatê, navenda lêkolînên Kurdistannasî û avahya navendî ya Zanîngeha Kurdistanî reşkirin û tenê nivîsên bi zimanê Farsî hiştin.

Ew kar jî piştî vê yekî hatiye kirin ku di civîna Encûmena Kultûrî ya Zanîngeha Kurdistanêê de pêşniyara wan bo jêbirina nisvîsên nefarsî nehatbû pesendikrin.

Cîgrê Serokê Zanîngeha Kurdistanê bo karubarên kultûrî û civakî Roşen Xoşnewazî gotibû ku, ji bo wî karî mohlet ji serokatya zanîngehê nehatiye wergirtin û di rêya yasayî de ew dê li pey lêprisîn li gel wan kesan bin ku ew tablo têk dane.

Jêbirin û reşkirna nivîsên Kurdî karvedanên zêde li pey hatin û 20 rêxistin û sazyên sivîl û bi dehan çalakvanên navxwe yên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de ew kar prostesto krin û bi hewlek ji bo rawestandna xebatên wan kesan dan zanîn ku ji bo mafên Kurd kar dikin.

Ew dibêjin jî, ew rewşa bêguman ku peykerê mamosta Hejar dişewtîne û tabloyên Kurdî yên Zanîngeha Sineyê têk dide, dixwaze bingeha bihevrejiyana dîrokî ya netewe û mezheban li Îranê xera bike.

Herwiha Bereya Yekgirtî ya Kurd daxwaz kiribû ku di zûtrîn dem de tablo bêne çakkrin û bi Kurdî navên cihan li ser bên nivîsn û ew kes jî bêne cezakrin ku ew kar kirine.