Nivîskar û welatperwerê Kurd Abdurrahman Onen wefat kir

23-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar, rewşenbîr û welatperwerê Kurd, Abdurrahman Onen îro Duşemê 23ê Tebaxa 2021an ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê koça dawî kir.

Abdurrahman Onen beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat dermankirin. Onen îro serê sibê li Nexweşxaneya Istinye ya bajarê Stenbolê koça dawî kir.

Xwarziya wî, Mahabad Onen ji Rûdawê re ragihand, “Xalê min Abdurrahman Onen beriya du rojan ji ber têkçûna rewşa xwe ya tendirustiyê li Nexweşxaneya Istinye ya Stenbolê hatibû razandin û dihat dermankirin.”

Mahabad Onen diyar kir, “Nexweşiya penceşêrê li hemû laşê xalê min belav bûbû û ti çareserî û neştergerî jî fêde jê re nedikir, mixabin me îro serê sibê ew ji dest da.”

Bi gotina Mahabad Onen, merasima şîn û taziyê nîne,û hêj nehatiye diyarkirin, ka cenazeyê Abdurrahman Onen dê li kuderê bê veşartin.

Malbata Onen ji Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ne.

Abdurrahman Onen xwediyê du pirtûkên giring derbarê Erdnîgariya Kurdistanê de ye û pirtûkên wî derbarê erdnîgariya Agirî û Wanê de ne. Navê pirtûkên wî wiha ne: “Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî” û “Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN”

Pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatine çapkirin û weşandin.

Herwisa pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne. Abdurrahman Onen di sala 2008an de pirtûkek jî bi navê Ferhenga Erdnîgariyê belav kiribû.

Abdurrahman Onen kî ye?

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh jî li Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnigariyê xwendiye.

Piştî xwendina dibistana amadeyiyê, sê salan li Dêrikê cotkarî kiriye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cih bûye, ji sala 1976an ve heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandiye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetiya erdnîgariyê kiriye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên siyasî dev ji mamostetiyê berdaye.

Di sala 1984an de, cardin li mamostetiyê vegeriyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.

Çend salan mamostetiya dersa Kurmancî û dersa komputerê jî kiriye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

- Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

- Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.

- Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.

- Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoweyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatiye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst