Çiyavanan zibil û bêmrêsayiyê li Çiyayê Agirî paqij kirin

23-08-2020
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Agirî yê li Bakurê Kurdistanê wek çiyayê bilind û balkêş û çiyavanan tê naskirin. Salane bi hezaran çiyavanên navxweyî û biyanî di herçar demsalên salê de bi armanca werzişa kêbirkêkirina dijwar diçin ser lutkeya vî çiyayî.

Lê tişta çiyavan nîgeran kirine, ev dîmenen ku ziblê zêde ye. Kombûna ziblê zêde bi ser hev de ku dîmenê dilrevên ê vî çiyayî têk daye û bêhneke nexweş jî li derdorê belav kiriye.

Çiyavan Yildirim Beyazît Ozturk dibêje: “17 sal e em çiyavanî û jîngehparêziyê dikin. Lê qet wek vê carê nebûye. Zibil û bêmerêsayiyê hemû cihek dagîr kiriye. Dîmenekî kirêt û bêhneke nexweş çêkiriye. Em şermezar û dilgiran in. Me ligel hevalên xwe yên jîngehparêz bi hev re biryara paqijkirinê da. Kom dikin û bi rêya guhdirêj û hespan tînin xwarê.”

Beşek ji çiyavan û jîngehparêzan ji wan dîmenan dilgiran û nîgeran in. Zibil û bermaye li hemû cihekî tê dîtin û hindik maye tevahiya çiyê bi zibil bê pêçan. Bi taybetî jî li nêzîkê kampa geştyarên biyanî.

Çiyavan Mustafa Tekin jî got: “Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, demeke em neçûne bilindahiyên Çiyayê Agirî. Di van çend rojên borî de derfet ji me re çêbû û em ligel hevalên xwe hatin. Ev der bo çiyavan û geştyarên biyanî cihekî gelekî balkêş û cihê girîngiyê ye, li ser asta cîhanê jî navdar e. Lê em şok bûn. Me li bilindahiya 4 hezar û 200 metre zibil dît. Dîmenek qet me çaverê nedikir. Bi rastî dilgiran in. Heta niha me 15 kîs zilbil kom kiriye. Li ser paqijkirinê berdewam dibin.”

Çiyayê Agirî 5 hezar û 137 metre ji asta deryayê bilind e. Kampa vehewîna çiyavanên navxweyî û biyanî bi taybetî geştyaran li bilindahiya 4 hezar û 200 metre ye. Hinek çiyavan bi hevteyan li ser vî çiyayî dimînin û kêfê ji vî karê xwe yê dijwar werdigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst