Mesrûr Barzanî: Xwepêşandan maf e, lê şewitandina milkê giştî tawan e

23-08-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Helebce Kelar Xwepêşandan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, xwepêşandan mafên hemwelatiyan e, lêbelê şewitandin û têkdana milk û malê giştî û hemwelatiyan dikeve çarçova tawanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro derbarê xwepêşandan û şewitandina binkeyên hikûmî peywendiyeke telefonî li gel Parêzgarê Helebcê Azad Tewfîq encam da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranya xwe li hember têkdan, alozî û êrişkirina ser saziyên hikûmetê, milk û malê giştî û welatiyan ku duh li Helebce û hind navçeyên din hatibûn encamdan, nîşan da.

Serokê Hikûmetê di wê peywendiya telefonî de amaje bi wê jî kir, ku xwepêşandanên aştiyane mafê welatiyan e, lê şewitandin û têkdana milk û malê giştî û welatiyan dikeve qalibê tawanê û pêwîste rêkarên yasayi hemberî encamderên wê bêne kirin .

Di heman peywendiya telefonî ya di navbera serokwezîr û parêzgarê Helebce de, gotubêj derbarê du projeyên giring li sinorê parêzgeha Helebcê hat kirin.

Yek ji wan projeyan; Pira Tûwequt ku ji aliyê Wezareta Avedankirinêve  tê encamdan û ya din jî Navçeya Pîşesazî ya Xorakê ku Desteya Wenerhênanê encam dide.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, herdû proje di qonaxên dawî yên amadekariyan de ne û di demeke nêzîk de piştî rêkarên îdarî kevirê bingehîn jê re tê danîn .

Hevdem rewşa parêzgehê û gavên rûbirûbûûna vîrusa Koronayê mijarek din yên wê peywendiya telefonî bûn .

Roja Şemiyê, 22.08.2020, xwepêşandan li beşek ji bajarên Başûrê Kurdistanê birêve çûn û li parêzgeha Helebcê jî xwepêşandan heta 02.00ê nîvê şevê berdewam bûn.

Kazim Ebdullah, Rêveberê Polîsê Helebcê ji Rûdawê re ragihand, xwepêşandanên li Helebcê heta derengiya şevê berdewam bûn û xwepêşanderan avahiyên qayimqamî, dadgeh, melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Liqa 12 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kevirbaran kirin û Fermangeha Hatinûçûna Nav Bajar û beşeke Şaredariya Helebcê şewitandin.

Herwiha polîsê jî Kelarê da xuyakirin ku di dema xwepêşandanên duh de 14 polîs birîndar bûne û beşek ji avahiya qaymeqamiyê hatiye şewitandin

Muqedem Elî Qedûrî, Berdevkê Polîsê Germiyanê da xuyakirin ku di xwepêşandanên duh de li Kelarê 14 polîs ji aliyê xwepêşanderan hatine birîndarkirin, birîna tevahiya wan sivik e û piştî wergirtina rapora pizîşkiya dadê ji nexweşxaneyê derketine

Qedûrî da xuyakirin xwepêşanderan êrîş kirine ser 2 avahiyên hikûmî ew jî avahiya Qayimqamiya Kelarê ku beşek jê şewitandine herweha êrîşî ser Nexweşxaneya Qela kirine derî û pencerên wê şikandine heta niha kes li wan xwepêşandanan nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst