Pervîn Buldan: Piştî ‘mizgînî’yê hilbijartina pêşwext heye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ‘mizgînî’iya gaza siruştî li Derya Reş weke nîşanek ji bo encamdana hilbijartina pêşwext binav kir û amadebûna partiya xwe ji bo wan hilbijartinê ragihand.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di çarçova qonaxa sêyem a bernameya ‘xebata cemokrasiyê’ ya partiya serdana bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê kir û û dawîn dawîn pêşhatên dawî li navçeyê gotarek pêşkêş kir.

Pervîn Buldan di wê gotara xwe de amaje bi wê kir ku partiyên siyasî li Tirkiyê ji bo hilbijartinên pêşwext karekî zêde li ser bidestxistina dengên Kurdan dikin.

Hevseroka HDPê rexneyên tund li vê helwestê girtin û got ku hemû partî heman tiştî dibêjin û li ser heman hişmendiyê ne û tekez kir, divê wê rastiyê bibînin ku pirsa Kurd ew qasî sade nîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Îniya derbasbûyî di merasîmekê de ‘mizgînî’yek aşkere kiribû û ragihandibû ku wan li Derya Reş gaza sirûştî dîtiye û dê sala 2023an wê gaza sirûştî têxin xizmeta xelkê

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di gotara xwe de behsa vê ‘mizgînî’ya Serokomarê Tirkiyê jî kir û weke nîşanek ji bo encamdana hilbijartina pêşwext pênase kir û ragihand, “Em wek partî ji bo hilbijartina pêşwext amade ne. Hilbijartin li aliyekî em di qonaxekî de ne ku divê demildest ev desthilat dest ji kar berde. Mezintirîn mîzgîniya van destjikarberdan e.”

Pervîn Buldan dibêje, “berî niha 30 caran gotin ‘me gaza sirûştî dîtiye’ lê di holê de tiştek nîne” û bi gotina wê li pişt vê ‘mizgînî’yê hesabên cuda hene û ti sûda wê ji xelkê re nîne.