Heseke ji bê aviyê dixeniqe: Jin, zarok û kal û pîr li avê digerin
Heseke (Rûdaw) - Tevî ku gurûpên çekdar beşek ji ava wêstgeha Elok berdane, lê hîn jî ew av negihiştiye taxên Hesekê. Heta niha jî xelkê Hesekê bi zarok, jin û kalemêrên xwe, bi bîdonan ava vexwarinê bi zehemetî peyda dikin û xelk bi hesreta ava şêrîn in.
Nebûna avê li Hesekê û qutkirina wê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve, di demekê de bû ku 90 kes li Hesekê bi vîrusa Corona ketine û metirsî heye ku ew vîrus hîn jî belav bibe.
Ziwayî û hişkî bûne sîmayên herî berçav ên van rojên bajarê Hesekê.
Mihemed Baqî yê 74 salî niştecihê bajarê Hesekê di wê temenê xwe yê kal de karê wî bûye peydakirina avê ji malbata xwe ya 6 kesî re. Mihemed Baqî gera li dû avê li ba wî bûye weke ferza nimêjê û eger ji rêxistinekê avê bi dest nexe, neçar divê avê bikire.
Mihemed Baqî ji Rûdawê re dibêje: Gelek caran em ava şor tînin, ev cara yekê ye ava şêrîn bi dest min dikeve. Rojê ez du dest ava vexwarinê dikirim ku yek bi 1400 Lîreyê Sûrî ye, 3 xezan li ba me hene her xezanek 5 bermîl in têra me 2 rojan nake, ji ber havîn û şiştin pêwîst e, av li ser mliyonek kes qut kiriye qey ji xwedê natirsin."
Li nav bajar roja heşrê ye, biçûk û mezin avê dikişînin, zarokan taldeya erebaneya bîranînên biçûkatiya xwe kirine paleyek ji bo kişandina avê, 20 roj bêtir in ev karê wan e.
Siltanê Xelîl xwendekarekî pola 4 a seatayî û temen 10 salî ye, ew jî behsa kêşeya nebûna avê li Hesekê dike û ji Rûdawê re wiha diaxive: “Em her roj serê xwe naşon em her hefteyekê carekê dişon ji berk u av tuneye ,ku av hebe xelkê evqas zehmetî nedidîtin em dixwazin av bê daku em gelekî serê xwe bişon miltê Hesekê gelek zehmetiyan dibînê.”
Ji ber qutbûna avê karê malan bi pişkan tê qedandin, şuştin û veşuştin her roj naqede, peşkên avê damarên laşên wê geş dike,bê ku haya wê jê hebe bê ev av bi çi zehmetiyekê peyda bûye.
Şemsa Xelîl a 44 salî kebaniya malê û dayika 6 zarokan e û behsa zehmetiyên van rojên bê avêiyê li Hesekê û jiyana xwe ya zehmet dike.
Şemsa Xelîl got: “Va ez avê ji nîvrojê ve dikşînim ji bo ku ez bê cilka bişom û serê zarokan bişom, ev hefteyek e min cilşok bikar neaniye ji ber ku avek zêde pêwîst e ez cilkan bi destan dişom, em serê zarokan bi misînan dişon em qed dûşê bikar nahînin, karê malê jî bi misînan dişon em nikarin betaniyek bişon.”
Di bin banekî din de çîrok tehltir dibe. Ciwan kêmendam e, lê weke ku bihayê avê dizane tevî rewşa xwe ji dê û bavê xwe re alîkar lezê li şuştina sênîkan dike da ku ava ku xelkê bi xêra xwe dagirtiye çend rojên din têra wan bike.
Welatiyeka din a Hesekê Ezîza Silêman a 67 salî jî rewşeke wê ya taybet heye, ji bilî ku kebaniya malê ye, ew dayika du ciwanên kêm endam ên bi navê Ciwan Xelef (32 salî) û Mehmûd Xelef (29 salî) ye.
Ezîza Silêman dibêje: “Ev 25 rojin av tehil me serê xwe jî bi ava şêrîn ne şiştiye, her dû zarokên min feqîrin nikarin tiştekî bikin van herdû galonan cîranên me sehirîca wî heye bi xêra xwe ji me re tije ava şêrîn dike em bê ça û xwarina xwe çêdikin wekî din bi tenê av tehil e.”
Ji dema ku grûpên ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser Serê Kaniyê, nêzîkî 10 caran ava wêstgeha Elok li ser Hesekê û gundewarên wê tê qutkirin, ku bi wê yekê nêzîkî miltonek û 200 hezar mirov ji avê bê beş dimînin.
Mehmûd Cemîl, dadwer û koçberkî Serê Kaniyê ye ku îro ava bajarê wî lê bûye hesret. Ew dibêje qutkirina avê li gor yasayên navdewletî tawana cengê ye.
Mehmûd Cemîl dibêje: “Mada protokol zêde ya 35an bendê 3 dibêje çi kesekî eger zirar bigihe îstgehên avê û nexweşxaneyn û çi tiştên zirarê li sivîlan bikin, dibe tawanbariyek Cengê.”
Di ser her tiştî re Corona rêya xwe li bajar vekiriye û 90 kes tûş bûne, ku 11 ji wan mirine û tirs heye ku qutbûna avê rêyê bêtir li ber belavbûna vîrusê veke.
Samir Hûsên 32 salî dermansas û xelkê Hesekê ye. Ew dibêje: “Mirov dive her dem destên xwe bi av û sapûn bişo daku nexweşî belav nebe ,bandorek qutkirin avê ya derûnî jî li ser xelkê heye dema ku mirov dizane av kêm e pir destên xwe naşon ev yek jî bandorê li ser zêde belavbûna vîrusa Corona dike.”
Projeya Himê ku weke alternatîveke demkî û awarte ji bo ava wêstgeha Elok e hêdî hêdî û bi tevgereke giran ber bi dawî ve diçe, ji koma 50 bîran 25 bîr hazir in
Rêveberiya Xweser nikare tenê pişta xwe bi projeya Himê girêbide, lewma hewldanên wê di rêya Rûsan û Hêzên Hevpeymanan re berdewam in, da ku bigihin rêkeftinekê û pirsgirêka ava îstgeha Elok çareser bibe.