Ji Kampa Holê jineke Kurda Êzidî ligel kurê xwe hatin rizgarkirin

23-08-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Sahire piştî şeş salên ji bin destê DAIŞê, êdî ligel hevjîn û zarokên xwe dest bi jiyaneke nû dike
Sahire piştî şeş salên ji bin destê DAIŞê, êdî ligel hevjîn û zarokên xwe dest bi jiyaneke nû dike
Nîşan Kampa Holê Kurdên Êzidî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Sahire Mehmûd jineke Kurda Êzidî ye li Kampa Holê di nava malbateke DAIŞê de hatiye rizgarkirin  û ew dibêje ji meha Adara sala borî ve ew di nava kampê de bû lê nikarîbû ku xwe diyar bike ku Êzidî ye ji ber ku ditirsiya jinên DAIŞê zorê lê bikin. Hevjînê Sahire çend caran serdana Kampa Holê kiriye heya ku hevjîna xwe rizgar bike. Niha ew herdû li gel sê zarokên xwe dest bi jiyaneke nû dikin.

Sahirê Mehmûd a 29 salî ku xelka Komelgeha Tilbenatê ya Şingalê ye 7ê Tebaxa 2020an ligel kurê xwe yê 7 salî li Kampa Holê ya li Hesekê hate rizgarkirin.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Sahirê Mehmûd dibêje: “Ez salek û nîvan li Kampa Holê bûm, min dixwest derbikevim, lê ez ditirsiyam. Min nedikarî herim xwe radest bikim û bibêjim ez Êzidî me. Li Kampa Holê bêguman gelek kesên din weke min Êzidî hene û newêrin nasnameya xwe eşkere bikin.`”

Malbata Mahîr Mehmûd gihiştin hev ku du zarokên wî berî çar salan hatbûn rizgarkirin, hevjîn û kurê wî yşn din jî niha la cem wî ne.

Mahîr Mehmûd çend caran bi nehênî çûye Kampa Holê daku li hevjîna xwe bigere. Herî dawî Mahir kariye bi rêyên taybet hevjîna xwe rizgar bike. Lê heta niha jî 14 kesên din ji kesûkarên Mahir bêserûşûnin.

Mahîr Mehmûd jî got: “Bi hezaran keç û jinên Êzidî li Kampa Holê hene û newêrin bejin em Êzidî ne. Nikarin bibêjin em Êzidî ne çimkî malbatên DAIŞê ji DAIŞiyan xirabtir in. Ev şeş sal e min bawer nedikir ku ez dê careke din malbata xwe bibînim. Ez gelek keyfxweş im ku min hevjîna xwe dît û ez gihiştin zarokên xwe.”

Sahire piştî şeş salên bin destê DAIŞê, êdî ligel hevjîn û zarokên xwe dest bi jiyaneke nû dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst