Çend gulle hawin li taxeke qezaya Xurmatû ketin

23-08-2018
RÛDAW
Nîşan Xurmatû Gulle Hawin Heşda Tirkmenî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Çend gulle hawin bo Taxa Eskerî ya qezaya Xurmatû hatin avêtin û Berpirsê Malbenda 16 a Hemrînê ya YNKê jî dibêje: "Destê Heşda Tirkmenî li pişt wan karên wiha ye, ji bo ku li navçeyê bimînin."

 

Berpirsê Malbenda 16 ya Hemrîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Xurmatû, Mela Kerîm Şukur ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku vê sibê Pêncşemê (23.08.2018) ji devereke ne diyar çend gulleyên hawin bo Taxa Eskerî ya Xurmatû hatine avêtin.

 

Mela Kerîm Şukur got: "Gulle hawan li nêzîkê bazara şînahî ya Taxa Eskerî ketine ku zêdetir taxeke Turkmennişin e û li gor zanyariyên destpêkê 2 kes birîndar bûne."

 

Berpirsê Malbenda 16 a YNKê tekez kir, ku ti guman têde nîne û destê Heşda Tirkmenî li pişt van karên wiha ye û got: "Niha hewlek heye bo dûrxistina Heşda Tirkmenî ji nav Xurmatû, lewma ew jî karên wiha dikin, daku rewatiyê bidin mana xwe.


Mela Kerîm Şukur destnîşan kir: Ji hemûyan balkêştir ev e, ku Heşda Tirkmenî aliyên Kurdistanî bi wî karî tohmetbar dikin."

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û heta niha li qezaya Xurmatû alozî çêdibin û heta niha jî rewş normal nebûye ku akinciyên wê ji ewlehiya xwe piştrast bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst