YNK: Beriya giştpirsiyê divê parlemento were aktîvkirin

23-08-2017
RÛDAW
Nîşan YNK Parlementoya Kurdistanê aktîvkirin referandum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civînek pêk anî û li ser rojevê çend biyar dan û hat ragihandin: “YNK li ser aktîvkirina Parlementoyê beriya pêkanîna giştpirsiyê, rijd e.”

 

Êvara roja çarşemê 23ê Tebaxa 2017an li Hewlêrê bi serperiştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, polîtburoya YNKê civîna xwe ya asayî pêk anî.

 

Li gor daxuyaniya YNKê di civînê de bi giştî hemû pirsên siyasî hatiye gotûbêjkirin û çend biryar hatine dayîn.

 

Biryarên Polîtburoya YNKê ev in:

 

1- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê beriya pêkanîna referandumê, rijd e.

 

2- Serkirdayetiya hevbeş a YNK û Tevgera Goran di demeke herî nêzîk de dê bicivin û hewldaneke din a niştimanî dê bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lêgerîna rêya guncaw a çareseriyê.

 

3- Referandum û mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî siruştî, demokratîk û neteweyî yê gelê me ye û di civînê de hemû îhtîmalên pêkanîn, bandor û metirsiyan hatiye gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst