Galeriya wêneyan

23-08-2016
22 Photos
RÛDAW

Merîwan (Rûdaw) – Li Kurdistanê darek bi navê Dara Qezwan  heye ku benîşt jê tê girtin. Li Rojhilatê Kurdistanê û di bintarên Zincîre Çiyayên Zagrosê gelek darên Qezwanê hene û hejmarek welatiyên Kurd mijûlî jêkirina benîşt ji wan daran in.

 

Benîştjêkirin yek ji wan karan e ku dîrokek kevn di nav Kurdan de heye.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê hejmareke zêde ya Dara Ben an jî Dara Qezwan hene ku navê zanistî yê wê darê Pistaciaatlatica ye.

 

Hejmarek welatiyên Kurd ji berê ve mijûlî jêkirina benîşt ji darên Qezwanê ne. Benîştê ku tê jê kirin, bi rêya birîndarkirina darê ye, piştî ku dar tê birîndarkirin tiştek li bin cihê birîna darê tê danîn, heta ku benîşt tê de kom bibe.

 

Piştî çend mehan ew benîşt tê komkirin û tê kelandin û piştre tê parzûnkirin.

 

Ji ber coxrafia Kurdistanê bi xwe wisa ye ku piraniya çiyayî ye, hejmareke zêde ya Dara Ben an jî Dara Qezwan li piraniya deverên Kurdistanê heye..

 

Ew benîştê ku tê berhemanîn. ji bilî cûyînê. ji bo bêhnxweşkirina çend berhmenên şirînahî jî bi kar tê. Herwiha di çendîn dermanan de jî tê bikarbirin û weke Benîştê Kurdî jî tê naskirin, ku daxwaziyek zêde li ser heye.

 

Her kilo benîştê Dara Qewzanê berî kelandin û bêhnxweşkirina wê, derdora 45 hezar tûmenê îranî ye, ku derdora 12 dolaran dike.