Bang bo Ereban: Êdî hincet nema, ji Kerkûkê derkevin

23-08-2016
RÛDAW
Koçberên Ereb li Kerkûkê
Koçberên Ereb li Kerkûkê
Nîşan Kerkûk Koçber Ereb
A+ A-

Kerkûkê (Rûdaw) – Hat ragiahdnin, ku di heyama 6 mehan de zêdetirî 30 hezar kes ji erebên derdorê koçberî Kerkûkê bûne. Rêvebriya Kerkûkê jî amaje bi zêdebûna hejmara koçberên Ereb dike û daxwaza derketina wan ji bajêr û vegra wan bo deverên xwe dike.

 

Bi derbasbûna dem re hejmara welatiyên ku ji deverên bin kontrola DAIŞê direvin, zêdetir dibe.

 

Li gorî amarên Rêveberiya Kerkûkê, di heyama 6 mehan de zêdetirî 30 hezar kes ji sînorê bin desthilata DAIŞê reviyane û xwe gihandine sînorê Kerkûkê û li bajarê Kerkûkê bicih bûne.

 

Pirraniya koçberên ku Kerkûkê bicih bûne, welatiyên Ereb in.

 

Beşek ji wan koçberan ji Rûdawê re axivîn û gotin, ku rewşa wan di bin desthilata DAIşê de gelek xirab bûye û daxwaz dikin, ku bi hawara wan ve biçin û alîkariyan bigihînin wan.

 

Ew koçber ji erebên sunnî û xelkê navçeya Hewîce û bajarokên Riyaz û Reşad in.

 

Li gorî agahiyan her ku diçe, hejmara kesên ku ji destê DAIŞê direvin û xwe digihînin sînorê bin desthilata Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê zêdetir dibe, bi awayekê ku di heyama tenê hefteyekê de, zêdetirî 3000 hezar kes xwe gihandine çeperên Hêzên Pêşmerge.

 

Fermandeyê Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge, Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji Rûdawê re got: “Ew koçber ji gelek aliyan ve bargiranî li ser me çêkirine, lê belê ji aliyê mirovî ve bi ratsî em nikarin rê li wan bigirin û ewên tên, bi rastî xelkên birçî ne, ji ber wê jî pêşmerge nanê xwe didin wan.”

 

Li Kerkûkê zêdetirî 740 hezar koçberên sînorê Hewîce û parêzgehên Selahedîn û Enbarê hene.

 

Ji ber nebûna bûdceyê û nedana alîkariyan ji aliyê Bexadyê ve bo wan koçberan, Rêveberiya Kerkûkê û Encumena Parêzgeha Kerkûkê gihîtine wê biryarê ku dest bi vegerandina koçberan bikin, lê belê Hikûmeta Iraqê rêgirî li cîbicîkirina wê biryarê jî dike.

 

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Giringî bi xelkê Kerkûkê tê dan û mijara koçberan jî hatiye yekalîkirin. Gerek koçber vegerin, çimku deverên wan hatine rizgarkirin û ti hincetek bo mana wan nemaye.”

 

Li Sînosê parêzgeha Kerkûkê 2 kamp hene û hemû koçber tê de hatine akincîkirin.

 

Îdareya Kerkûkê bi 3 nivîsên fermî Bexda ji zêdebûna hejmara aware û koçberan li Kerkûkê agahdar kiriye, lê belê Bexda ne bersiva nivîsên îdareya Kerkûkê daye û ne jî pêngav bo avakirina kampên zêdetir avêtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst